Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8’ê Adarê
Di rêzeçalakiyên 8`ê Adarê yên li herêma Firatê, festîvaleke çandî û hûnerî li kantona Kobanê hat li darxistin. Tevgera Jinên Ciwan li navçeya Zirganê a Kantona Hesekê şahiyek lidar xistin.
Navenda Nûçeyan - Ji bo şahiya mezin ya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê du roj man. Ji bo pêşwaziya vê rojê jin li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne. Bi heman mebestê îro Tevgera Jinên Ciwan bi pêşengtiya Kongreya Star li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek lidar xistin. Li Helebê şahiya jinên ciwan û li Qamişloyê jî semîner ji bo mêran hat dayîn.
Kobanê
Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê di nava rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di bin silogana "Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" festîval li darxist. Di festîvalê de bi sedan ji jinên Kobanê, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiyên Siyasî û saziyên civaka sivîl amede bûn. Festîval li Qada Şehîd Egîd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê berdevka Kongreya Star Mizgîn Xelîl wiha axivî.
Mizgîn Xelîl got: "Têkoşîna ku bi Kilara Zêtkên destpê kir, îroj bi bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo careke din zindî bû ye. Jinên Kurd di roja îro de xwedî li mîrateya jinên ku di encama bidestxistina vê rojê de jiyana xwe ji dest dan, derdikevin. Emê vê têkoşîna dewam bikin heta ku bihêjin asta serkeftinê."
Pişt re koma zarokan ya baxçe û danîngeha Kûlîlkên Pêşerojê ya Desteya Jin govend û Koma şehîd Yekta şano pêkêş kirin. Di aliyekî din re navenda Hîlala Zêrîn pêşengeha wêneyan vekir, Weqfa Jina Azad berhemên çandî yên ku bi destan hatin e çêkirin pêkêş kirin û jinên bi temen mezin bi amûrên kevndar yên çanda Kobanê ku di xwarin û nan çêkirinê de bi kar danîn, nîşan da.
Her wisa buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêşbirk li ser dîroka Kurdistanê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê birêxistin kir û diyaî li yên serkeftî belav kir. Pişt re Kongreya Star diyarî dan dayîkên aştiyê. Herî dawî xwarinên gelêrî yên Kobanê weke dolme, çîk, kufte, şorbe û şêranî ku hatibûn çêkirin, li kesên amede hatin belav kirin.
Festîval bi gerandina govendê û siloganên "Jin jiyan azadî bi dawî bû.
"Em çanda xwe ya resen winda nakin"
Xanim Hesen ku bi amûrên xwe yên kevn beşdarî festîvalê bibû, hestên xwe wiha anî ziman û got: "Em îro ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê weke jin bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî festîvalê bûn. Me weke jinên bi temen mezin xwarinên Kobanê yên resen çêkiriye, her wiha me amûrên xwe yên kevin weke meşk, dewl, tîr û text, destar, fanûs û hwd danîn e. Weke jin bi reng û çanda xwe ya resen em beşdarî festîvalê bûn, em çanda xwe ya resen winda nakin û emê her tim xwedî lê derkevin."
Til Temir
Tevgera Jinên Ciwan bi pêşengtiya Kongreya Star li navçeya Zirganê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek lidar xistin. Endama Meclisa Navçeya Zirganê Semah El-Hemadî axivî û wiha got: "Em 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Sûriyê û taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Di vê rojê de hemû lehingên azadiyê ku canê xwe fedayî welat kirine bibîr tînin. Ruxmî rewş û xeteriya heyî ji topbaran, koçberî û qetilkirinê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku jinên Zirganê pêre rû bi rû dimînin, lê hîn li gorî erka xwe tevdigere û sekna wê ya di hundirê bajêr de asta berxwedanî û têkoşîna wê dide der. Her wiha armanc ji erk û xebata ku jin dike ew e ku bighêje civakeke azad û wekhev. Her roj cejna jinê ye, divê ku her jin jî vê ji xwere bingeh bigrin ku ne tenê 8'ê Adarê, lê belê hemû roj rojên azadiyê ne."
"Êrîşên li ser Zirganê, jinên birêxistinkirî dike hedef, jin teslîm nabe"
Têkildarî vê mijarê jî Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Zirganê Delal Mehmûd jî 8'ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr, tekoşer û şehîdên jin yên Zirganê ku di encama topbarana dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn her wiha li şehîdên enternasyonalîst jî pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ruxmî êrîş û topbarana ku navçe û gundewarên we pêre rû bi rû dimîne, jinên navçeyê ber xwe didin û bi sekna xwe asta girêdana bi axa xwere tînin ziman. Êrîşên ku îro li ser Zirganê dibe di asta yekemîn de jina birêxistinkirî dike hedef. Lê jin teslîm nabe."
Delal Mehmûd bal kişand ser jinên li herêmên dagirkirî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di wextekî de ku hemû jin li seranserî cîhanê roja xwe pîroz dikin, bila neyê ji bîr kirin ku di van kêliyên ku ew roja xwe pîroz dike jin rastî îşkenceyê li herêmên dagirkirî tê. Jinên li herêmên dagirkirî di van rojan de bi qetilkirin, revandin, tecawîzkirin û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Ji ber wê jî daxwaza me ew e ku komîteyeke hiqûqî derbasî herêmên dagirkirî bibe û ji nêz ve bibînin ku ewqase jin di çi rewşê de derbas dibin û çareseriyek were dîtin."
Heleb
bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Yekîtiya Jinên Ciwana ya bajarê Helebê bi dirûşma “Tolhildana pêşengên me Viyan, Nûjyan û Rojîn wê 8’ê Adarê bibe azadiya jinan ” şahiyek li hola Efirîn a ku dikeve taxa Şiqeyêf a Şêx Meqsûd lidarxist. Li ser navê Endamê Rêvberiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî.
Paşê komên muzîk û govendê derketin hunerê xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.
Qamişlo
Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê de Pilatforma Rêxistinên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo mêran semînerek li darxistin. Semîner li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Kornîş a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdariya bi dehan mêran hate dayin. Mijrên semînerê der barê mafê jin, rol û pêşengtiya wê ji civakê re bû, ev mijar bi kûrahî hate şîrovekirin û bi mêran re hate nîqaşkirin. Semîner ji aliyê Hevserokê Kongreya Islama Demokratîk Mihemed El-Qadirî hate dain.
Di semînerê de rola jina pêşeng ji dîrokê heya roja me ya îro hate şîrovekirin bê çawa bi demê re êdî sîstemên desthilatdar ev pêşengtî ji jinan girtin û li gor serweriya xwe bikaranîn. Her wiha hebûna mafê jin weke xeleka bingihîn di civakê de hate parvekirin ku êdî tu kes nikare rola pîroz a jinan Înkar bike. êdî mafê hemû jinan heye rojên wan hemû bi têkoşîna 8’ê Adarê re xemilî be. Her wiha bandora olên radîkal û biçûkxistina wan ji jinan re hate nîqaşkirin ku hemû kevneşopiyên civakî di şexsê jin de dabûn rûnişkandin. Di kûriya vê mijarê de zihniyeta mêr hate rexnekirin û li şûna wê rêbazên hevjiyana demokratîk û esasên rast ên bihev re jiyankirinê hate pêşkêşkirin. Têkldarî boneya 8’ê Adarê Endamê Rêveberiya (PYD) a bajarê Qamişli Ebd-El Helîm Iko, her wiha Endamê Komîteya Perwerdê di (PYD) de Faris Xelo nêrîna xwe bi mere parvekirin.
“Heya niha em zihniyeta xwe di şexsê jin de rexne dikin”
Endamê Rêveberiya (PYD) a bajarê Qamişli Ebd-El Helîm Iko Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên kurd û jinên cîhanê pîroz kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jinên kurd di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bû mînaka şoreşa azad li hember hemû cureyên zilma ku li ser jinan dihate meşandin. Watedariya 8’ê Adarê hebet em jî pîroz dibînin ji ber heya niha di şexsê vê rojê de em zihniyeta xwe di şexsê jin de rexne dikin. Bi saya jinan îro em di wekheviyê de dijîn ji ber ew rêvebera mal, jiyan û civaka me ye. Her dem û zeman taybetmendiya wê hebû raste berê jin rastî gelek zilim û zordariyê hatiye, lê îro em dixwazin vê zordariyê veguherînin rastiya dîrokî ya ku jinan pê civak birêve dibir. Em naxwzin bişibin bav û kalên xwe em dixwazin jiyaneke hevbeş bijîn em ê wê demê bikaribin nifşekî azad jî avabikin. Pêwîste êdî bi rastî ew çanda eşîrtî û kevneşop ji kokê de were rakirin, ji ber em jî bi van kevneşopiyan hatibûn xapandin û bandora wê heya astekê di salên bertî naskirina Tevgera Jin li me jî hebû. Êdî jin niha dîroka xwe dinvîse û li hember wê em rexnedayina xwe didin. Bi boneya 8’ê Adarê ez dibêjim pêşeroja a jinan e û şoreş şoreşa wê ye 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be.”
Endamê Komîteya Perwerdê di (PYD) de Faris Xelo nêrîna xwe wiha bi mere parve kir: “Bi rihê şoreşa jin ez 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim. Dîrokê ji 5000 sal û virde jin ji maf û nasnameya wê dûrxist gereke weke zayinda mêr em vê ji xwe pirs bikin. Nêrînên şaş ji aliyê olan de li ser jinan ku çawa li gor bercewendiyên xwe jin pênasekirin wiha serweriya mêr derxiste pêş li ser jinan. Ê ku hîşt zihniyeta mêr êdî bê guhertin di aliyê jin de tenê Tevgera Azadiyê bû û Rêber Apo bi gelek nimûneyan ev rastî ji mere şîrove kir. Tevgera Azadiya Kurdistanê di mêjiyê mede ew zihniyeta şaş li dijî jin guhert. Rêber Apo dibêje ‘Jin jiyan e û eger tu bixwaze ji jiyanê hez bike li jin xwedî derkeve’. Jinan îro dîroka cîhanê di hemû qadên zanistê de pêşxistiye, ne mêran. Ger ji mêran hesab were xwestin ji dîrok heya niha der haqê zordariya li jinan dikir wê tu hesab têra wê nekê. Di şexsê jin de dîrok vegera xwe nû dike û pêşeroja xwe durist avadike. Ez serkeftinê ji hemû jinan re dixwazim û 8’ê Adarê li wan pîroz dikim.”