Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hat ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber krîza li welat rewşa awarte hatiye ragihandin.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye: “Ji ber aloziya li tevahiya Sûriyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî, hemû sazî, partî, rêxistin û ciwanan dikin ku tevlî provokasyonan nebin, di parastina bajar û gundên xwe de di asta herî bilind de hişyar bin. Divê her kes di rewşek hajêbûna giştî de tevbigere."