Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên cejna Newrozê
Li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî li qadên cejna Newrozê gihane hev û bi kelecan pîrozbahiya xwe dewam dikin.
Navenda Nûçeyan – Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi silogana "Bi vîna gelan emê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber Apo” ji berbanga sibê ve berê xwe dane qadên ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê hatine diyarkirin û bi coşa despêkirina sala nû pîrozbahiya xwe dewam dikin. Ji keleha berxwedanê Kobanê heta cihê herî dawî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve qedera gelan jîndar kirî Hesekê, Til Temir a bi înat li hemberî topbarana dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, Dêrik, Şehba û gelek deverên dinê coşa newrozê didome.
Kobanê
Şêniyên herêma Firatê bi silogana "Bi vîna gelan emê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber Apo" cejna Newrozê li girê Miştenûr pîroz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê dayîk û hevjînên cangoriyan di nav tilêlî û siloganan de hat pêxistin. Paşê dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê di derbarê wate û girîngiya Newrozê de hat guhdar kirin. pişt re gelek axaftin ji aliyê endamê rêveberiya kantona Kobanê Ferhan Kobanê, berdevka Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl û hevserokê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd hatin kirin.
Piştî axaftinan bernameya şahiyê ya hûnerî bi koma Çiyayê Kurmênc ya herêma Efrînê, hunermend Memduh Reqawî, koma mûzikê ya navenda Çand û Hûnera Baqî Xido, koma şehîd Yekta ya şano, hunermend Diliya, hunermend Ferhadê Merdê, koma şehîd Sînan a govendê, koma mûzikê ya Hîlala Zêrîn, helbestvan Hemê Kobanê û herî dawî koma şehîd Zîlan ya mûzikê a bajarê Dirbêsiyê dewamkir.
Şahiya Newrozê bi gerandina govendê, tilêliyên jinan û siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e", "Şehîd namirin" û "Jiyan jiyan azadî" bi dawî bû.
Hesekê
Şêniyên Hesekê bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe ber bi cihê pîrozbahiya cejna Newrozê, ku li Seda dikeve navbera Hesekê û Til temir pîroz kirin. Cihê şahiyê bi alên Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) ê, Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bi vîna Gelan emê newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo” hat xemlandin. Cejin bi Sirûda Eyî Reqîb û vêxistina agirê newrozê ji aliyê malabatê Şehîdan ve dest pê kir.
Paşê Endamê Desteya Rêvber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Aldar Xelîl Newroza 2022’an li tevahî pêkhateyên Hesekê pîroz kir û wiha got: “Newroza Îsal bi vîn û îradeya pêkhateyên herêmê dê bibe Newroza azadiya Rêber Ocalan. Îro hevgirtina gelan, hebûna her pêkhate di cejna Newrozê de nîşana serkeftin û azadiyê ye.”
Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdulah jî da zanîn ku Newroz veguheriye newroza gelan û got:”Ev roj xwedî wateyek pir mezin e, roja xelasî ji bindestî û kolatiyê ye. Ji bo wê hemû pêkhate hebûna xwe di vê rojê de dibînin.”
Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Fatma Hisên jî Cejna Newrozê li tevhî malbatê Şehîdan pîroz kir û wiha axivî: ” Em dikarin bi serfirazî cejna Newrozê pîroz bikin bê zext, bi saya fedekariya Şehîda ye. Em deyndarê wan in.”
Şahiyê bi stranên Koma tolhildan û şehîd Şiyar dewam kir.
Til Temir
Şêniyên navçeya Til Temirê bi Kurd, Ereb û Aşûriyên xwe ber bi cihê pîrozbahiya cejna Newrozê ya li gundê Qesirkê yê rojhilatê navçeyê ve çûn. Piştî ku şênî li cihê Newrozê kom bûn, şahî bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber Apo" bi deqeyek rêzgirtin li ber sirûda (Ey Reqîb) destpêkirin. Heman wextê de jî dayikên aşîtiyê agirê Newrozê vêxistin. Pişê jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de hate guhdarkirin. Endama Partiya Sûriya a Pêşerojê Şîlan Ehmed axivî û wiha got: "Cejna Newrozê cejna berxwedanê ya li dijî zilm û bindestiyê ye. Newroz cejn, fedekarî, cesaret û azadî ye."
Şahiyê bi Koma Kîkan û Şoreş a stranan, hûnermend Reşad Serêkaniyê, Koma Til Koçer a govendê, hûnermend Alan Oskan û Koma Jinên Ciwan bi stranên xwe govend geş kirin.
Qamişlo
Welatiyên Qamişloyê bi dirûşma “Bi vîna gelan emê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo” li Saha Hîmo ya bajêr kombûn û şahiya cejna Newrozê bicoş despêkir. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Partiya Yektiya Demokratîk PYD, Endama Desteya Rêveber a PYD Foza Yûsiv axivî.
“Meşa azadiyê ya 50 salî li me pîroz be”
Foza Hûsiv despêkê cejna Newrozê li gelê Qamişloyê pîroz kir û got: “Di serî de em newroza 2022’an li gelê Qamişlo, şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, şervanên ku di çeperan de şer dikin pîroz dikin. Em îro du newrozan pîroz dikin, yek sersala me ya Newrozê û ya din jî derbasbûna 50 sal li ser meşa azadiyê re derbas dibe, lewra em şanaziyek mezin dijîn. Em miletekî tu car zilmê qebûl nakin û ji bo azadiya xwe her dem tekoşîn dikin. Em meşa azadiyê ya 50 salî pîroz dikin. Ev meşa ku Rêber Apo dest pê kir da ku mezobotamiyeke demokrat ava bike. Her wiha em destnîşan dikin ku tu êrîş nikarin vê meşa me bisekinîne û em ê bidomînin. Di heman demê de em guhertinên demografîk ên di herêmên xwe de tên kirin qebûl nakin.”
“Dem dema nivîsandina destûreke demokratik e”
Foza Yûsiv destnîşan kir ku êdî dem dema avakirina Sûriyeke demokrat, nivîsandina destûreke demokrat e ji bo rizgarkirina gelan ji dagirkeriyê û wiha bi dawî kir: “Bêguman îro dem dema avakirina Sûriyeke demokrat e. Ji bo vê yekê em bang li hemû aliyên Sûriyeyê dikin ku em hemû destê xwe bixin destê hev de ev yek jî ancix bi destûreke demokrat pêkane.”
Şahî bi komên Sakîna, Botan, Saz û Awaz, Nû pelda, Çiyayê Leylûn û girbawî yên Muzîkê li gel Koma Şehîd Osman a Şanoyê û koma Şehîd Welat a govendên derketin dikê û hunerê xwe nîşandan.
Dêrik
Li Bendava Borza ya Dêrikê jî agirê Newrozê ji aliyê dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa, dayika şehîd Çekdar Ferha Fetah û hevjîna şehîd Elî, Wensa Çawîş ve hat vêxistin.
Şehba
Bi serpireştiya Tevgera Çand û Huner û Meclîsa Kantona Efrînê şahiya Newroza 2022’an bi diruşma “Bi rihê vîna gelan em ê newroza 2022’an bikin newroza azadiya Rêber Apo” li qada gundê Elewişê ya navçeya Ehdas a kantona Şehabyê despêkir.
Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk a Bakur, Rojhialtê Sûriyeyê Îlham Ehmed cejina Newrozê li hemû beşdaran pîrozkir û got: “Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Em ê berxwedana xwe li dijî zihniyeta desthiladar bilind bikin û xeta îxanetê bi geşkirina agrirê Newroza 2022’an têk bibin.
Piştre koma zarokên Efrînê, koma Veger yên stranan, koma Afrînerên Hêviyê ya şano, koma Çiyayê Kurmênc a guvendê, koma Ş. Hêva ya stranan a Hîlala Zêrîn, strabêj Rêzan Bekir û Mihemed Welîd hunerên xwe pêşkêşkirin. Her wiha koma Buhara Şehba ya stranan, hunermend Sumeya Serêkaniyê, koma Çiyayê Kurmênc a stranan, koma mamosteyan a guvendê û hunermend Ibrahîm Cemal jî bi stranên xwe govend germ kirin.
Şahî bi gerandina guvendên gelerî dawî bû.