Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Jinên Sirînê bi cil û bergên xwe yên gelerî 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. YPJ’ê jî bi heman wesîlê li Helebê şahiyek lidarxistin. Li Şehbayê komxebatên guherîna zihiniyetê yên bi heman armancê hatibûn despêkirin bidawî bûn.
Navenda Nûçeyan - Rêzeçalakiyên di bin silogana "Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" yên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li Helebê şahiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê. Rêxistina Kongreya Star ya bajarokê Sirînê ya Kobanê şahîyek ji jinan re lidarxist. Li Şehbayê komxebatên guherîna zihiniyetê yên di çarçova xebatên 8’ê Adarê de hatibûn despêkirin bidawî bûn.
Heleb
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Hêza Parastina Jin (YPJ) a bajarê Helebê bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” şahiyek girseyî bi beşdarbûna endamên YPJ’ê, endamên sazî û dezgehên sivîl û malbatên şehîdan li Şêx Meqsûd lidarxist. Endama Kongra Star Rewşen Mihemed Roja Jinên Cîhanê li hemû kesên welat parêz pîroz kir.
Rewşen Mihemed da zanîn ku daxwaza wan ewe di vê salê de herêmê wan ên dagirkirî bên rizgarkirin û wiha domand: "Hêviya me di vê salê de ew e ku hemû herêmên me yên dagirkirî werin rizgarkrin û hemû jin azadiyê bi dest bixin.
Koma Şehîd Zîlan a şanoyê, koma Şehîd Berfîn, koma Şehîd Zîlan ên guvendê û koma Şehîd Verjîn a Hîala Zêrîn a stiranan hunerên xwe pêşkêş kirin.
Kobanê
Rêxistina Kongreya Star ya bajarokê Sirînê yê girîdayî kantona Kobanê, bi wesîleya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şahiyek li darxist. Di şahî li hola navenda Çand û Hûnerê hat lidarxistin de jinên ji pêkhateya Kurd û Ereb bi cil û bergên xwe yên gelerî, sazî û rêxistinên bajarokê Sirînê amedebûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongra Star Esma Kino axivî.
Esma Kino diyar kir ku hemû roj ên jinanin û got: "Ne tenê 8`ê Adarê roja jin e, hemû roj yên jin e ku dikarin di hemû rojê de têkoşîn bidin meşandin. Em Kilara, Fîktoriya, Sakîne Cansiz, Zehra, Seida û Hin din, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya paşeroj û pêşeroja jinên têkoşer dikin. Ji lewra em bi vê wesîleyê diyar dikin ku wê têkoşîna me raneweste û emê xwedî li vê mîrateyê derkevin."
Pişt re koma şehîd Berçem ya şano yê, şehîd Xabûr a mûzikê, şehîd Sarya ya dansê, şehîd Barîn a mûzikê, koma zarokên danîngeh û baxçeyê şehîd Zehra hûnera xwe pêkêş kirin. Herî dawî endamên Kongreya Star diyarî dan dayikên cangoriyên azadiyê. Şahî bi gerandina govendê û siloganên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
"Jinên Sirînê bi saya Rêber Ocalan serî hildan"
Hevseroka şaredariya gel ya bajarokê Qadiryê yê navçeya Eyn Îsa Emel Mustefa behsa rewşa jinên Ereb kir û got: "Ev roj xwe dispêre fedekarî û têkoşîneke bê hempa, em weke jin ji wê demê û heta niha jî di nava têkoşînê de ne. Ji bo vê ev ne rojeke normal e, rojeke bi wate û girîng e. Ji bo me bi taybet weke jinên Sirînê lidarxistina şahiyeke bi vî rengî diyar dike ku têkoşîna me ya li hember hişmendiya civakê ya paşverû bi serket. Me beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê 8`ê Adarê pîroz nekiriye û me nizanbû ku tiştekî bi vî rengî jî heye. Lê niha hebûna me weke jin hatiye naskirin û em ji bo vê rojê her tim di nava tevgerê de ne. Li ser vê bingehê em di destpêkê de Roja Jin ya Cîhanî li rêberê netewî Abdullah Ocalan pîroz dikin, ji ber ku em weke jinên Ereb yên vê herêmê bi saya bîrdoziya wî gihîştin vê astê."
Şehba
Li çar navçe û wargeha Serdem û Berxwedan ên kantona Şehbayê komxebatên guhertina zihniyete hatin lidarxistin. Encamên komxebatê bi mêrên ku cihê xwe di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digrin re hat parvekirin û nîqaş di derbarê wan de hat kirin. Her wiha jin jî wek mêvan beşdarî komxebatê bûn. Encamên dawî yên komxebatê ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Zahîde Memo ve hat xwendin û bi beşdarvanan re hat parvekirin.
"Daxwaza me ew e jin û mêr bi hev re di civakek azad de bijîn"
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Xelat Liyes anî ziman ku plansaziya wan her wê guhartina zihniyeta mêrên desthiladar û avakirina civakek wekhev be û wiha lê zêde kir: "Di komxebatên me de pirs ji mêran re dihatin pêşkêşkirin. Çarçoveya pirsên me jî di derbarê pirsgirêkên rojane ku civak pê re rû bi rû dimîne û riyên çareseriya. Li ser vî esasî plansaziya me ya guhartina zihniyet 3 mehan berdewam kir. Daxwaza me ew e ku jin û mêr bi hev re di civakek azad û wekhev de bijîn û hevsengiyek di navbera wan de bê avakirin.”
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.