Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîranînê Serhildana Qamişloyê
Bi mebesta salvegera 18'mîn a Serhildana Qamişloyê ku di 2004'an de pêk hat, li Qamişlo, Til Temir, Kobanê, Heleb û Şehbayê daxuyanî hatin dayîn.
Navenda Nûçeyan-Piştî derbasbûna 18 salan di ser Serhildana Qamişloyê re ku di encamê de bi dehan ciwanên Kurd di stadyûma fûtbolê de, ji aliyê rejîma Baasê ve hatin şehîdxistin. Wekî her sal îro jî daxuyanî hatin dayîn û bi peyamên girîng bal hat kişandin ser girîngiya serhildana Qamişloyê.
Qamişlo
Di bin dirûşma “bi ruhê berxwedana gurzê gelan em 18’emîn salvegera serhildana Qamişloyê bi bîr tînin” Rêveberiya Xweser ji bo bîranîna serhildana Qamişloyê ya 12’ê Adarê karnavala salane li dar xist. Karanval li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlibûna nûnerên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, malbatên şehîdan, rêxistin û tevgerên jinan û bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê hat lidarxistin.
“Çirûska 12’ê Adarê ji berxwedaniya gel pêket”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û got: “Bi rihê berxwedaniya gurzê gelan, em hemû şehîdan bi bîr tînin û silavên germ ji bo gelê amade û bi taybetî malbatên şehîdan. 12’ê Adarê mîna çirûskeke azadiyê li seranserî Rojavayê Kurdistanê pêket ku ji dilê gelan derket. Di Stadyûma 12’ê Adarê de, rejîma Baasê xwest ku fitneyê di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de bide çêkirin. Bêguman armanca wan negihîşt serî, ji ber ku sîstema me sîstema neteweya demokratîk e û di vê derê de biratiya gelan bi ser ket.”
Di karanvalê de tîma Dibistana Pilingên Tekwandoyê ya Navdewletî ya ji bajarê Hesekê, Tîma Kareteyê ya Asayîşa bajarê Qamişloyê, tîma hunerê ya marşê li ser erda stadyomê performansên xwe pêşkêş kirin.
Karanval bi maça futbolê ya di navebra Klûba El-Cîhad a Qamişlo û Klûba El-Fitiwe ya bajarê Dêra Zorê de bi dawî bû.
Til Temir
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li saziya malbatên şehîdan, bi beşdarbûna dehan malbatên şehîdan û rêhevalên wan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê PYD'ê ve Idrîs Yûnis ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Agirê Serhildana Qamşloyê îro bi yekitiya gelê Kurd û Ereb gurtir bûye her wiha hemû planên ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû amadekirin bi pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk têk çû."
Heleb
Bi boneya salvegera 17 emîn a serhildana Qamişloyê ku di 12’ê Adara sala 2004’an de ji aliyê rjîma Sûrî hewldanên tevkujîyê û berxwedan û serhildana gelê Kurd li dijî zilm û zora wan ketin nav hev 30-40 ciwanên Kurd hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û hejmareke mezin jî hatin girtin. Di salvegera vê serhildanê de Partiya Yekitiya Demokratîl PYD’ê daxuyaniyek li pêşiya Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi tevlibûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl da.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Bedran Hemo ve hat xwendin û wiha hat gotin:
Serhildana 12’ê adarê rihê şovenîzm û nijadperestiyê di mêjiya Baasiyan de li hemberî Kurdan û pêkhateyên din di Sûriyeyê de têk bir. Heya roja me ya îro jî ev nêrînên wan li hemberî pêkhateyên Sûriyeyê nehatine guhertin. Pêwîst e hemû kesên li ser vê axê dijîn bibin yek û li hemberî hemû êrîş û dagirkeriyên ku ji derve tên ser vê axê têbikoşin. Dewleta Sûriyeyê tu bertekên cidî li hemberî siyaseta Tirkiyeyê nîşan nedaye. Em hemû kirinên dijminatî şermezar dikin. Ji bo ku em li Sûriyeya azad de bijîn dive em yekitiya xwe esas bigrin.
Şehba
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi boneya salvegera Serhildana Qamişloyê ku di sala 2004’an de pêk hatiye, li kantona Şehbayê daxuyanî dan û şehîdên wê serhildanê bi bîr anîn. Daxuyanî li wargeha Berxwedan a navçeya Fafînê Şehbayê bi beşdarbûna rêveberên sazî û dezgehan hat dayîn û wêneyên pakrewanên komkujiya Til Rifetê hildan.
Daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Bangîn Memo ve hat xwendin, di daxuyaniyê de Bangîn bal kişand ser siyaseta ku li dijî Kurdan tê meşandin kir û wiha got: “Kurdên Sûriyeyê bi rejîma şovenîst a netewperest a Baasê re xwedî ezmûneke dijwar bûn ku hebûna Kurdan înkar kir û gelek siyasetên nerewa li dijî wan sepand, wek înkarkirina zimanê wan û bêparkirina bi sedhezaran ji nasnameya wan a neteweyî. Her wiha hewl da ku li ser xeta netewperestiyê bilîze û nakokiyan di navbera pêkhateyan de û bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de ava bike û ji qada werzîşê sûd werbigirin. Li şûna ku bibe fersendeke civakî ji bo mirovahî û yekitiya neteweyî diyarî bikin û di navbera alîgirên her du tîman de veguherî pevçûnekê. Ji ber vê yekê hêzên ewlekariya navxweyî yên rejîma Sûriyeyê destwerdan kirin û çek bi kar anîn, di encamê de gelek kesên Kurd birîndar bûn û şehîd ketin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Bangîn şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Em weke Rêveberiya Xweser di herêma Efrînê de şehîdên serhildana Qamişloyê yên sala 2004’an bi bîr tînin û soza parastina doza wan didin û em rejîma desthilatdar ku di wê serhildanê de komkujiya li dijî Kurdan pêk anî, şermezar dikin. Em daxwaz ji rayedarên pêwendîdar dikin ku hesab ji wan bipirsin û pirsgirêka Kurd û pêkhateyên mayî li Sûriyeyê bi awayî hiqûqî werin çareserkirin.”
Kobanê
Bi dehan ji endam û xebatkarên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Parastina Cewherî li lîstikgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê ya Desteya Ciwan û Werzîşê kom bûn û ji bo salvegera serhildana Qamişloyê daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xûnav Xelîl ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di sala 2004`an de ango di vê rojê de, serhildana Qamişloyê ya pîroz li dijî rejîma şovenîst a Baasê ku yekemîn şoreşa gel a aştiyane û demokratîk e, li dijî desthilatdariya dîktator dest pê kir. Rejîma Baasê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de nakokî çêkir û nefret di nava gelên herêmê de çandin da ku wan lawaz bike, yekitî û hêza wan belav bike.
Serhildana Kurdên Qamişloyê ji bo şoreşa Sûriyeyê bû destpêkek. Bû cihê ku gelê Sûriyeyê bend û bêdengî û tirsa li hemberî sîtemkariyê şikand û daxwaza mafên xwe yên rewa kir. Îro piştî 18 salan rihê wê serhildanê di wijdanê gelê Sûriyeyê de zindî ye. Cihê ku gelên Sûriyeyê bi pêkanîna yekitî û hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de û avakirina pergaleke demokratîk ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, rejîma Baasê ya şovenîst û komployên wê têk bir.
"Rejîma Sûriyeyê nikare weke berê nakokiyan çêbike"
Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo bi vê boneyê nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em şehîdên ku di serhildana Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Ew şerê ku wê demê çêbû rola rejîma Sûriyeyê ya di nav de diyarker bû. Lîstok, hewldan û êrîşên rejîma Sûriyeyê ji wê demê ve heta niha jî berdewam dikin. Lê ev dem û sala 2005`an ne wekî hev in, di roja îro de û bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê Kurd û Ereb, hemû pêkhateyên ku li herêmê dijîn bi rengekî wekhev, demokratîk û hevgirtî jiyana xwe bi hev re derbas dikin. Her wiha hemû pêkhate di zanebûna plan û hişmendiya rejîma Sûriyeyê de ne."