Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê arê Newrozê geş dibe

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi dirûşma ”Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo” bernameya pîrozbahiya cejna Newrozê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Qamişlo/Kobanê - Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ”Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo” bernameya 21’ê Adarê cejna Newrozê bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî li pêşiya Serokatiya Encumena Rêveber a Herêma Cizîrê bi tevlîbûna endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Hevserokê Encumana Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis û bi zimanê erebî ji aliyê Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah ve hate xwendin.

Di daxiyaniyê de wiha hate gotin: “Newroza berxwedanî û azadiyê gelê me bi vîneke xurt li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêşwazî dike. Agirê Newrozê wê li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pîrozkirin. Wê agirê kelecana me vêxistî be heya em hemû herêmên xwe yên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin. Li beramberî teror û desthilatdariyê bi germahiya agirê Newrozê em ê cejna xwe pîroz bikin. Weke Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê em îro bernameya pîrozbahiya Newrozê radighînin û dê li 8 qadan Newroz were pîrozkirin qadên pîrozbahiyê wiha ne; Qamişlo, Hesekê, Dêrik, tirbespiyê, Amûdê, Til Temir, Girkêlegê û Dirbêsiyê. Wê bernameya pîrozbahiyê zindî û zengîn be. Em cejna Newroza 2022’an li tevahî gelê xwe pîroz dikin, bangewaziya me ew e bi germahiya agirê Newrozê gelê me biherikin qadên pîrozbahiyê.”

Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hate vêxistin û li derdora wê govend hate girtin.

Li Kobanê jî zarokan agirê Newrozê vêxistin

Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zîrîn û Tevgera Çand û Hûnerê ya herêma Firatê zarokên kantona Kobanê bi diruşma "Bi lehengiya Egîdan zarokên me azad bijîn" cejna Newrozê bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat birêxistin. Piştşî deqeyek rêzgirtinê 10 komên mûzik, şano û govendê hûnera xwe pêkêş kirin. Şahî bi siloganên "Bê serok jiyan nabe"  bi dawî bû.

Rêveberiya navenda Hîlala Zêrîn Gulçîn Hiso di derbarê şahiyê de wiha got: "Îro me Newroza zarokan bi beşdarbûna 10 komên hûnerî li darxist. Di nava şahiya giştî ya Newrozê de zarok nikarin rola xwe bilîzin, ji ber vê me ev roj ji bo zarokan veqetand."