Li bajarên Kurdistan û Tirkiye gelek kes hatin binçavkirin

Li Şirnex, Îzmir û Êlihê piştî pîrozbahiyên Newrozê polîs û leşkeran li ser malan de girtin, bi dehan kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Şirnex, Îzmir û Êlihê polîs û leşkeran piştî pîrozbahiyên Newrozê li ser gelek malan de girtin. Li navenda Şîrnex, navçeya Cizîr, Hezex, Silopya û li qezaya Dergûl di serdegirtina malan ya danê sibehê de Ayşegûl Ceylan, Yakûp Dûrak, Reşît Ûmût Çagli, Agît Şerîfoglû, Ayşe Soysal, Rojhat Karavîş û kesek navê wî nehat zanîn hetin binçavkirin. 7 kesên hati binçavkirin birin Muduryeta Emniyeta Şirnexê û sedemê binçavkirinê nehate zanîn. Hate diyarkirin wê di giştî bajaran de hejmara binçavkirinan zêde bibin.

Li Îzmir 2 jê zarok 26 kes hatin binçavkirin

Dûh li Îzmirê piştî pîrozbahiyên Newrozê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan ya vê sibehê de Seroka Çiglî ya Partiya Wekhevî û Demoqrasiya Gelan  (DEM Partî) Leyla Tufan jî di nav de heta zanîn 19 kes hatin binçavkirin. 2 zarokên hatin binçavkirin li Şaxa Zarokan ya Muduryetê tên girtin, hat zanîn ku kesên din jî li Muduryeta Emniyetêya  Îzmîrê tên girtin. Li gora zanyariyên parêzer dane, hate îfadekirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Yûsuf Îslam Demîr, Halîl Olmez, Zeynep Aslan, Ayşe Akinci û Mahsum Încî ku bi îdeaya ‘propagandaya rêxistin’ hatin binçavkiri birin Muduryeta Emniyeta bajarê Êlihê.