Li bajarokê Sîrwan tunelek di jêrmala xaniyek de hat dîtin
Li bajarokê Sîrwan ê girêdayî Helepçeyê tunelek a bîra avê hat dîtin û heta niha nayê zanîn ka di kîjan serdemê de û bi kîjan mebestê hatiye bikaranîn.
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Li bajarokê Sîrwan ê girêdayî Helepçeyê piştî ku hemwelatiyek de dema hewşa mala xwe de xwest bîra avê bikole, tunelek bîrê dît ku du deriyên wê hene, deriyek wê li Helepçeyê dinêre û berê wê yê din jî li Sîrwanê ye.
Xwediya malê Dilber Mehmûd, têkildarî mijarê wiha got: “Di destpêka kolana bîrê di hewşa mala me de, derket holê. Ji ber ku îsal hişkesalî heye av tê de nemabû, kurê min hewl da ku careke din bikole ji bo av were. Di dema kolana bîrê de tunelek duderî derket û me agahî da asayîşê lê belê heta niha nehatine lê nenihêrîne.”
“Di tunelê de nîşaneyên şopên mirovan tune ne”
Şênewar û serokê rêxistina nasnameya parastina şênewar û bermahiyan, Hawar Hewas û Derbaz Elî di dema serdana tunelê de diyar kirin ku tu nîşaneyên destên mirovan li wan nîn in û tu nîşaneyên şênewarî xuya nakin. Ev bûyer zêdetir diçe ser bûyerên girtîgehan û gumane heye ku ava jêrzevî be.
Dana Salar ku pêştir di beşa hişyarîkirina rêxistina A.M.C ji nêz ve tunel dîtiye, der barê wê de wiha got: “Min ev mijar mezin nekir û min normal nedît ku xelk bi asanî biçin wê malê li binêrin. ev tunelek gelek sade û asayî ye tu pirsgirêkek tê de nîn e ger tunelê şîrove bikin ji xarê ve çargoşeyek teng e û sera wê jî çamandiye, bi awayek endazyarî hatiye çêkirin.”
Li gorî dimenên ji aliyê xwediyê malê ve hatiye tomarkirin du deriyên tunela avê hene, berek li Sîrwanê ye û berê din jî li Helepçeyê ye, firehiye wê nêzî 85 santîmetre ye.