Li bajarên Reqa û Minbicê jin namzetên xwe derxistin

Li Minbic û Reqa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên pêşhilbijartina namzetên jin ên hevşaredariyê eşkere bû.

Navenda Nûçeyan – Duh danê sibehê ji bo diyarkirina namzedên jin ên şaredariyên  bajarên Minbic û Reqayê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşhilbijartin pêkhat.

Pêşhilbijartinên namzedên jin ên şaredariyên parêzgeha Minbicê duh danê sibehê li navenda bajar û 5 navendên li gundewar dest pê kir û encamên vê hate eşkere kirin.

Kombûna Jinan a Zenubiya ya li navçeya Minbicê, duh ji bo 3 namzetên jin ên hevşaredartiya hevpar a şaredariyan a binavê “Bêrîvan Derwîş, Maha Haj Alî û Yazî Muhammad” pêşhilbijartin pêkanî. Gel ji bo pêşhilbijêrên şaredariyên li herêmên gundewar, di saet 09.00’an de dest bi çûna ser sindoqan kir.

Encamên pêşhilbijartinê hate eşkerekirin. Li gorî encamên derket holê, li şaredariya Minbic Bêrîvan Derwîş 676 deng girt, li şaredariya El Firat Amîna Cerrah 138 deng girt, li şaredariya El Yastî  Îman Al-Shawakh jî 102 deng girt.

Li şaredariya Tel Hawdan Ittisam El-Tan 84 deng girt, li şaredariya Meqta Hajar Meryem Al-Sheîkh 240 deng girt û li şaredariya Abû Qalqal Sakîna Jamal 145 deng girt.

Reqa

Kombûna Jinan a Zenubiya ya Reqayê ji bo diyarkirina namzedên jin ên şaredariya Reqayê pêşhilbijartin pêkanî. Ji bo pêşhilbijartinên şaredariyan 52 jin bûn namzet û bi hezaran jin ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan. Nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Saziya Perwerdeya Netewî, Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl beşdarî komîteya amadekariya pêşhilbijartinan bûn.

Navên di pêşjilbijartinê de serketin wiha ye: “Şaredariya Hazîma: Najwa Hassan Al-Alîwî, Şaredariya Helou Abd: Sahab Alî Al-Hindawî, Şaredariya Tishreen: Mazna Muhammad Al-Abd, Şaredariya Endulus: Şêrîn Hamad Al-Saleh, Şaredariya Jadidat: Mayada Ahmed Derwish, Şaredariya Hamrat û Al Kurdî: Fatima Ahmed Abbas, Şaredariya Kediranê: Welad Darkoush, Şaredariya Çandiniyê: Kaffa Khaîs Al-Ebdullah, Şaredariya Al-Esadiye: Ruqeya Al- Muhammad, Şaredariya Al-Karamah: Esma El-Muhammed, Al-Ehmed, Şaredariya Al-Hos: Thanaa Mustefa Al-Yûsif, Şaredariya Al-Reqa: Maha Al-Karîban, Şaredariya Al-Kasrat: Reem Faraj Al-Khaîl, Şaredariya Ratla: Sarah Muhammad, Şaredariya Al-Shu: Akirşî û Şaredariya Al-Sahlabiye: Eyşe Al-Omer.”