Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê sê roj greva giştî

Li hemû bajarên Îranê îro greva giştî ya sê rojan dest pê kir. Ji bo grevê dikandaran kepengên xwe venekirin, wesayîd nehatin ajotin û xwendekar neçûn dibistanê.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma Jin jiyan azadî bi hefteyan e çalakiyan li dar dixin û dixwazin rejîm biguhere, çalakiyên xwe bi greva giştî berdewam dikin. Greva ku tê payîn sê rojan bidome îro dest pê kir. Dikan nehatin vekirin, xwendekar neçûn dibistanê, çop nehatin berhevkirin, wesayîd nehatin şixulandin. Ji bo grevê gelek sendîka û yekitiya xwendekaran daxuyaniyan didin û banga beşdariyê dikin.

Ji bajarên Rojhilat, Sine, Seqiz, Merîwan, Qorveh, Bûkan, Kirmanşah, Kamyaran, Ciwanro, Şino, Dehgolan, Dîwander, Mahabad, Îlam û Paweyê dîmenên grevê bi awayê berbiçav xuya dibin.

Li bajarên Îranê di serî de peytext Tehran, li Tebrîz, Buşehr, Eyaleta Fars, Eyaleta Îsfahanê, Shahrekord, Kerman, Sistan û Belucistanê, Bandar Anzali, Arak, Kazerun, Eyaleta Gîlanê Şîraz û bajarên din grev heye. Li Eyaletên Fars bi nivîsên li ser dîwaran ji bo greva ku dê sê rojan bidome bang tên kirin lê dîmenên şewitandina pankartan ji aliyê rêveberiyên rejîmê ve, nîşan didin ku asta greva dest pê kiriye çawa ye.

Li bajaran şofêrên tiran û odeyên şofêrên kamyonan jî diyar kirin ku ew ê beşdarî greva giştî bibin.

Senarîstên Îranî pênûsên xwe danîn

Senarîst û nivîskarên Îranî jî diyar kirin ku ji bo grevê dest ji karê xwe berdidin. Yekitiya Senarîstên Sînemeya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wan hemû xebatên xwe ji bo grevê dane sekinandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Nivîskarên senaryoyê, ji bo di warê mafên mirovan de tiştek bikin bi dilxwazî dinivîsînin. Em ji bo azadî, edalet û rûmeta mirovahiyê pênûsên xwe datînin. Me bi hêviyek mezin sebir kir û bi salan li benda bersiva hikumetê man. Em dibînin ku daxwazên gel ji nedîtî ve tên, red dikin û pêkanînên ku tu mînakên wan nîn in li ser gel ferz dikin. Cihê van kiryaran di rûmeta mirovahiyê de tune ye û êdî nayên qebûlkirin.”