Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtin berdewam e

Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistan li beramberî hemû zext girtin û kuştinan berdewam dike. Di encama serdegirtinên malan yê li beramberî kesîmen cuda yên civakê de, gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên piştî Jîna Mahsa Amînî ya kû ji aliyê polîsên exlaqê ve hatî êşkence kirin û piştre jiyana xwe ji dest dayî li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatîn destpêkirin, li welat bi greva giştî berdewam dike. Gelek welatî bi sedema tevilbûn û piştgirîdayîna serhildanên li gelek bajarên welat, hêzn rejîma Îranê li ser malên wan de girtin, di dema serdegirtinê de welatiyên ku hatin binçavkirin, piraniya wan hatin girtin. Aktîvîsta bi navê Parîsa Sohrabî ya kû ji 40 roja zêdetire li Nexweşxaneya Tebrîzê hatiye girtin bi kefaleta demkî hate berdan.

21 rojnamevan bi kefaletê hatin berdan

Herwiha hat zanîn ku rojnamevan Nastern Farkhe bi kefaletê demkî hatiye berdan. Hat parvekirin ku malzemeyên teknîkî yên rojnameger Nastern Farkhe ku nûçegihana rojnameya "Sargh" bû, hatin desteserkirin, komputera wê û malzemeyên wê yên xebatê jî hatin desteserkirin û radestî rojnameger nehat kirin û bikefaleta demkî hat berdan. Hat zanîn ku wê Nastern Farkhe bê girtin were darazandin. Li Îranê serhildanên ku li seranserî welat destpêkirîn heta niha ji 50’an zêdetir rojnamevan hatin girtin. Li gora rapora federasyona rojnamevanên navnetewî (IFJ) tenê ji vana 20 rojnamevan bi kefaleta demkî hatin berdan û hîna jî gelek rojnamevan bi girtî tên darazandîn. 

 Li Kerama dû jin hatin girtin

Li Kerman du jînên bi navê Roha Îmanî û Firoza Sultan di serdegirtinên li ser malên wan de hatin binçav kirin û hat zanîn ku hatin girtin. Di serdegirtinên malên wan jinan de hat zanîn ku dest danîne li ser alavên wan yên şexsî yên weke leptop, telefon û pirtuk jî di navde.  

Di derbarê dû nivîskarên hatin girtin de daxuyanî

Endamên lêjneya weqfa nivîskarên Îranê Rouzbeh Sohanî û Aida Omidi jî hatin girtin. Hat zanîn ku Endamên lêjneya rêveberiya weqfê hatine girtin. Derbarê mijarê de weqfa nivîskarên Îranê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de wiha hate gotin:  “Hêzên emnî li ser mala endama lêjneya weqfa nivîskarên Îranê Rouzbeh Sohanî girtine û Roozbeh hatiye girtin û birine cihek ne diyar. Piştî girtina Roozbeh Sohanî dû saetan, hêzên emnî li ser mala endama lêjneya weqfa nivîskarên Îranê Aida Omidi de hatiye girtin û ew jî kirin binçavan de. Hêzên emnî bi heman awayî ket nava apartmanê û teror belav kir. Lêjneya rêveberiyê diyarkir ku di derbarê van herdû biryaran de tû zanyariyek ne girtine û di berdewamiya daxuyaniyê de banga berdana herdû nivîskaran kirin. 

Li Rabatê di serdegirtina malana de ji 16 zêdetir kes hatin girtin

Di serdegirtinên malan yên Rebatê de ji 16’an zêdetir hemwelatî hatine girtin. Hat zanîn ku polîsên Îranê di ser gelek malan de girtine û ew malên ku serde girtine jî ziyan gihandine derî û pencerên malan û diwar xira kirin û li taxê terorê di barînin. Li gora zanyariyên ku hatine bi destxistin di dema serdegirtina malan de ziyan gihandine malên hemwelatiyan û di bin navê lêgerinê de amurên di nava malê de parçe kirine û hêcetên wan yên girtinan ji ji ber di torên civakî de dimen parve kirin û beşdarî meşan bûne.”

Hunermendek ya şêwekariyê hate girtin

Her wiha hunermenda şêwekariyê Hîro Şêxîslam ji bo piştgirîdayîna serhildanên gel pêşangehek ji bo jinan çêkir û di tora xwe ya dîjîtal de belav kir. Li gora rapora koma mafê mirovan ya Kurdistanê KMMK diyar kir ku duh di 5’ê Kanunê de hunermenda şêwekariyê Hîro Şêxîslam ya xelkê Sine piştî êrîşên hêzên emnî yên rejîma Îranê li ser mala wê de ew girtin û birin cihek ne diyar. Li gora heman raporê tu zanyarî di derbarê rewşa ew tometên li beramber Hîro bigrin bi dest neketiye.