‘Li axê xwedî derketin, li welat şoreş û dozê xwedî derketin e’

Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê Semer Xelîl êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî, bêdegiya hêzên navnetewî ya li hemberî van êrişan her wiha berxwedan û biryardariya gel nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Bi hevkariyeke eşkere dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kiriye ku di encama van êrîşan de gelek kes û jinan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Komkujiya ku li Dêrikê jî çêbûye, rastiya hovîtiya dagirkeran eşkere dike. Li dijî van êrîşan û durûtiya hêzên garantor Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semer Xelîl axivî.

‘Hêzên garantor berpirsiyar in’

Semer Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên ku gund û bajarên sînorî yên bi Bakurê Kurdistanê re kir û wiha domand: "Dewleta tirk îflas kiriye loma hemû çekên di destên xwe de heyî ji bo şikandina vîna gelê me yê berxwedêr, bi kar tîne. Lê belê gelê herêmê yên ku bi hezaran salan e li ser vê axê dijîn êdî rê û rêbazên parastinê jî hîn bûne û ji bo wê di nava tevgerê de ne. Duh bi şev dîsa balafireke dewleta tirk a dagirker a bi çek erebeyeke welatiyan hedef girt ku di encamê de zarokekî 17 salî birîndar bû. Em baş dizanin ku ne tenê dewleta tirk destê gelek dewletan di êrîşa li ser herêmên me de heye. Çima li hember qetilkirina sivîlan bêdeng in, li vir çi dikin û çima xwe wekî hêzên garantor bi nav dikin? Ger ku giştî welatên NATO erê nekiribana wê li hember komkujî, binpêkirin û êrîşên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, helwestek cidî ku bi rastî dewleta tirk mafê mirovan û sînorê welatan bin pê dike, nîşan bidana."

‘Êrîşên Dewleta tirk û Îranê ne tesaduf in’

Semer Xelîl da zanîn ku êrîşên Îranê li dijî herêma Başûrê Kurdistanê jî girêdayî êrîşên dewleta tirk li ser axa wan in û wiha pêl da gotinên xwe: "Êrîşên Îran û dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plankirî ne, ji ber di heman wextê de çêbûn. Îran ji bo ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê bêdeng bike yan jî veşêre wekî dewleta tirk dest bi êrîşên li ser sînorên welatên din dike. Dixwaze çavan ji ser serhildanên jin û gel li Îranê bigre. Îran gelek tiştan ji xwe re helal dike ji civaka xwe re heram dibîne. Tayê porê Jîna Emînî bû sembola şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û bêguman wê jin serhildanên xwe berdewam bikin. Serhildana wan jinan tirsek xistiye nava dilê dewletê, ji ber wê ye îro Îran jî wekî Tirkiyeyê destwerdana welatên derdorê dike."

Gel ji bo berxwedanê amade ye

Semer Xelîl bal kişand ser amadekariyên gel ji bo parastina xwe ji êrîşan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dewleta tik dixwaze hevgirtina gel û pêkhateyan têk bibe. Gel bi hev re dijîn, tedbîrên xwe digrin û amadekariyên parastina xwe ji êrîşan dikin. Ev gelê ku bi salan e ji hêzên xwe yên leşkerî re bûye pişt bêguman di rojeke wekî îro zehmet de wê bi xurtî destekê bidin wan. Bêguman wê ev êrîş bi hêz û berxwedana jin û gelan bigihîje serkeftinê. Gelê me ne gelê berê ye, niha fêrî bikaranîna çekê, rê û rêbazên parastinê û destwerdana lezgîn dibin. Ji lewre xwedîderketina li ax û şervanên xwe xwedîderketina li welat, şoreş û doza xwe ye."

Semer Xelîl destnîşan kir ku ev êriş di bin berpirsiyartiya hêzên ku bi navê garantor li heremê bi cih bûne pêk tê û da zanîn ku rawestandina van êrişan erk û berpirsiyariya wan hêza ne. Semer Xelîl wiha got; “Em xwediyên vê doze ne, ji ber wê jî em çiqas li ber xwe bidin em ê bikaribin doza xwe bigihîjînin serkeftinê."