‘Li Antakyayê jin di mercên pir dijwar de dijîn’
Di 6’ê Sibata 2023’yan de bi erdheja mezin a Mereşê re bajarê Antakyayê serûbin bû. Rêvebera Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Antakyayê Hulya Kavuk, destnîşan kir ku ji wê rojê ve heta niha birînên ji ber erdhejê çêbûne derman nebûne.

BINEVŞ STÊRK
Antakya – Di 6’ê Sibata 2023’yan de Tirkiye bi roja herî dijwar a dîroka xwe re rûbirû ma. Di herdu erdhejên ku navenda wan Mereş bû, bandorek mezin li Antakyayê çêbû. Li gorî daneyên fermî ji 53 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê li 11 bajaran rûxandinek mezin çêkir. Tê diyarkirin ku erdhejê bandorê li 13 milyon kesan kirine. Piştî erdhejê ji ber sersariya dewletê koçberî û şerpezetiyek mezin çêbû. Xelkê Hatayê hewl dide birînên xwe derman bike. Yek ji van hewldanan jî Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Antakyayê ye. Piştî erdhejê vê komeleyê xebatek girîng meşand. Rêvebera komeleyê Hulya Kavuk, tengasiyên ku piştî erdhejê pê re rûbirû mane û pirsgirêkên bi taybetî jin dijîn, ji ajansa me re nirxand.
‘Bi erdhejê re barê jinan duqat girantir bû’
Hulya Kavuk bal kişand ser pirsgirêkên ku piştî erdhejê derketine û wiha got: “Ji erdhejê heta niha mirov hê jî di bajarên konteynir de dijîn. Ev bi xwe pirsgirêkek mezin bû lê di aliyê jinan de bû pirsgirêkek mezintir. Ji ber ku mirov hê jî li ciyên ku barê lênêrînê pir giran e, hema bibêje gelek tiştên teknolojîk tune ye, berav li ciyên komî tên kirin, hema bibêje mirov li ciyên hevpar xwe dişûn, dijîn. Lewma jî bi erdhejê re barê jinan duqat giran bû.” Hulya anî ziman ku destpêkê xelk ji bo ji konan derket kêfxweş bûye lê di bajarên konteynir de bi hezaran mirovên di aliyê çandî de ji hev cuda ne, mehkûmî qadên teng û jiyana hevpar kirine.
‘Her dem zarok rastî destdirêjiyê tên’
Hulya Kavuk ragihand ku jin niha di bajarên konteynir de gelek xembar in û got: “Ji bo zarokan qadên bi ewle tunene. Kamerayên ewlehiyê yên li bajarên konteynir, bi tu awayî naxebitin. Em di serdemên wisa de dijîn ku her dem zarok bi destdirêjiyê re rû bi rû tên. Tu tiştek ku barê jinan, jiyana wan a civakî sivik bike, tune ye. Çalakiyên çandî tunene. Beriya erdhejê jinên li Hatayê, civakî bûn. Niha nikarin ji ciyê xwe bileqin. Ji ber ku navenda bajêr hilweşiyaye û veguheriye qadeke mezin a şantiyeyê, di nava xwe de kêşeyên mezin ên çûnûhatina bi wesayîdan dijî. Wesayîdên ku mirov bi komî lê siwar bin, hê jî tunene. Pirsgirêkên ku dema zarok diçin dibistanê û tên lê rast tên jî bi rastî jin dijîn. Ji ber ku serê sibê mêr radibin û diçin ser karê xwe. Lê zarok nexweş bikevin dayik wan dibin nexweşxaneyê ger herin dibistanê divê dayik wan bibe, kal û pîrên li malê jî dîsa ji aliyê jinan ve tên xwedîkirin. Lewma jî tunebûna wesayîdên komî, pirsgirêka ewlehiyê, qirêjiya hewaya li bajêr, herî zêde bandorê li jinan dike.”
‘Hevberdan zêde bûye anîna zarokan kêm bûye’
Hulya Kavuk destnîşan kir ku piştî erdhejê hevberdan û bûyerên tundiyê gelek zêde bûne û tengasiyên ku derketine holê bi van gotinan anî ziman: “Zarokanîn kêm bû. Ji ber ku di aliyê gihîştina xizmetên tenduristiyê de problem derdikevin. Mînak, jinek ku li Defneyê rûdinê ji bo bikaribe pisporek zayînê bibîne, pêwist e bi kîlometreyan rê here. Wesayîdên komî yên ku diçin nexweşxaneyan, saetê carek an jî du saetan carek diçin. Lewma jî jin di rewşên lezgîn de, bi taybetî jî di gihîştina tenduristiyê de problemên mezin dijîn. Beriya erdhejê li Hatayê jinên penaber jî gelek bûn. Niha hejmara wan pir kêm bûye. Çûn deverên din ên Tirkiyeyê. Lê hinek ji wan hê jî li Narlicayê û derdora wê dijîn. Li wan deran hê jî rêjeya zarokanînê gelek bilind e û pirsgirêkên pir mezin hene. Heta çendekî beriya niha jî nexweşxaneyek ku di rewşên lezgîn de mudaxele bike jî tunebû. Ev 5-6 meh in rewşa nexweşxaneyan hinek baştir e. Lê beriya wê mirov neçar diman koçî bajarên derdorê bikin. Navendên tenduristiyê hê jî di nava konteyniran de ne. Hê jî avahiyên wan tunene. Li şûna nexweşxaneyên ku hilweşiyan yên nû zêde nehatin çêkirin. Niha du nexweşxane hene û çûyîna herduyan jî bi serê xwe derdek e. Hejmara kedkarên tenduristiyê hê jî kêm e. Gihîştina xizmetên tenduristiyê hê jî li Hatayê problemek pir mezin e.”
‘Darên zeytûnan ên 150-200 salî hatin birîn’
Hulya Kavuk ragihand ku li Antakyayê beriya erdhejê qadên çandiniyê yên fireh hebûne û wiha got: “Li Samandagi û derdora wê narinciye, li Antakya û gundên wê karê zeytûnan û çandina sebze û fêkiyan hebû. Lê bajêr piştî erdhejê veguherî şantiyeyek mezin. Hewa gelek qirêj e. Em di nava gemarê de dijîn. Lewma jî em nikarin xwe bigihîjînin xwarinên bi tendurist. Di heman demê de li aliyê çiya malên TOKÎ tên avakirin, di dema çêkirina wan de xweza tê qetilkirin. Erd û zeviyên ku beriya niha mirovan lê çandinî dikirin, hatin arizîkirin. Li wan deran avahî hatin çêkirin. Darên zeytûnan ên 150-200 salî hatin birîn. Li beramberî vê berxwedanên xurt jî hatin birêxistinkirin. Berxwedanên ku bi taybetî jinan pêşengî dikir hatin pêşxistin. Lê mixabin bi ser neketin. Hê jî li Hatayê baxçeyên zeytûnan tên qetilkirin. Jixwe em nedigihîştin xwarina baş êdî mirov nikarin çandiniyê jî bikin. Ji ber ku em di nava xwelî û xubarê de dijîn.”
‘Riya ber bi malên TOKÎ’yê ve tune ye’
Hulya Kavuk anî ziman ku di hêla aborî de jî gelek tengasiyan dikşînin û van tengasiyan wiha bilêv kir: “Her tişt, li gorî beriya erdhejê ji sedî 200-300 buha bûye. Kirê jî di nav de. Lewma mirov nikarin ji bajarên konteynir jî derkevin. Pirsgirêkên gihîştina xaniyên ku TOKÎ’yê nû teslîm kirine, nehatin çareserkirin, nikarin xwe bigihîjînin perwerdê. Dikan, dermanxane, nexweşxane tune, navenda tenduristiyê tune. Lewma jî mirov hê jî nikarin li ciyên ku teslîm girtine bicîh bibin.”
‘Piştevaniya jinan em vejandin’
Hulya Kavuk da zanîn ku ji rojên destpêkê yên piştî erdhejê ve, ji gelek rêxistinên jinan ên li Tirkiye û cîhanê destekên pir mezin hatine Antakyayê û wiha got: “4 rojên destpêkê kes tunebû. Dewlet tunebû. Lê dildar ji roja duyemîn ve li ba me bûn. Nêzî salek, di rojeva gelek kesên ji Tirkiye û deverên din ên dinyayê de bû. Ger ku îro Hatay ji nû ve radibe ser piyan, ev bi keda wan hevalên me ye.”
‘Hatay hê jî normal nebûye’
Hulya Kavuk bi gotinên wekî “Ev 6-7 meh in çavên mirovan Hatayê nabîne” gazinên xwe anîn ziman û axaftina xwe wiha domand: “Di televîzyonên dewletê de propagandaya ‘li her derê avahî bilind bûn, înşaet destpê kirin, mirov di malên xwe de bi cih dibin’ tê kirin lê mixabin li Hatayê jiyan hê normal nebûye. Dibe ku li herêmên din ên erdhejê ji ber ku rûxandinek bi qasî Hatayê çênebûye, erdhejzede jiyanê normaltir bijîn. Lê em li Hatayê hê jî pirsgirêkên pir mezin dijîn. Ez ê mînakek pir biçûk bidim. Riyek baş tune ye ku mirov tê de bimeşin. Her roj riyeke din girtî ye. Niha jî li taxên ku ez lê dijîm, riyeke ku bigihîje taxeke ku zarokên me biçinê, tune ye. Ji bo ku em bikaribin zarokên xwe bibin riyeke ku du kîlometre dûr e, em niha ji neçarî 30 kîlometre diçin. Bi dehan derd û kulên me yên bi vî rengî hene.”
‘Perwerde bi taybetî jî ji bo dayikan pirsgirêkek pir girîng e’
Hulya Kavuk destnîşan kir ku hê jî Midûriyeta Polîsan di lîseya herî xweşik a zarokan de weke dagirker dimîne û wiha got: “Di avahiya Lîseya Anadoluyê de Midûriyeta Polîsan heye. Xwendekarên wir, mixabin di lîseyek din de nîvroj perwerde dibînin. Li dibistanan hê jî perwerde pirsgirêkek pir cidî ye. Du dibistanan kirine yek lewma jî saetên dersan kêm bûne. Lewma zarok, li gorî zarokên li herêmên din di şertên wekhev de perwerde nabin. Gelek malbatan hema piştî erdhejê gotin bila zarokên me bixwînin û terka bajêr kirin çûn. Lê piraniya wan li bajarên din nikaribûn îdare bikin û paşve vegeriyan. Niha di şertên gelek dijwar de be jî bi zarokên xwe re jiyana xwe didomînin. Perwerde ji bo malbatan, bi taybetî jî ji bo dayikan pirsgirêkek pir mezin e.”
‘Terapiyên komî pêwist in’
Hulya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di heftiya 6’ê Sibatê de ji gelek deverên Tirkiyê mirov tên serdana Antakyayê, ev kes vê rewşê bi çavê serê xwe dibînin û li bajarên xwe yên ku lê vedigerin, heta ji destê wan tê ji derdora xwe re dibêjin. Hulya, anî ziman ku Hatay wek rojên destpêkê hewceyî piştevaniyek mezin e û wiha got: “Bi taybetî jî em di serdemek wisa de ne ku pêwist e terapiyên komî bên kirin. Bi rastî me hemû bi hev re, tiştên ku di encama erdhejê de derketine holê, êş, rûxandin û pirsgirêkên wê demê ji ber germahiya wan pirsgirêkan zêde ferq nekiriye, bi rastî niha em di aliyê derûnî de di nav dilşikestinek derûnî de ne. Lewma em di vê mijarê de destekê dixwazin. Em bighên kê, em ji hemû hevalên xwe yên ku ji derve tên re vêya radigihînin.”