Li Amedê tundiya polîsan: Hatin tacîzkirin bi mirinê hatin tehdîtkirin

Jinên ku li Amedê ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hatin diyar kirin ku ew ji aliyê polîsan ve hatine tehdîtkirin û rastî tacîzê hatine. Yek ji jinan Azîze Ak giliya sûc kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed  Di bûyera ku 21 Kanûna danê êvara Şemiyê li Taxa Yunus Emre ya Taxa Rezanê  piştî kontrolkirina Agahiyên Giştî (GBT) ji aliyê polîsan ve hat kirin de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes rastî tundiya polîsan hatin.

Du birayên bi navê D.A. û B.A. li ber deriyê mala xwe ji aliyê 6 polêsên sîvîl ve hatin rawestandin û lêgerîn hat kirin. Herdu bira piştî derbkirinê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku jin û zarokên bertek nîşanî vê bûyerê dane ji aliyê polîsan ve rastî tundî û tacîzê hatine. Jinên ku me der barê mijarê de bi wan re hevdîtin kir diyar kirin ku ew gav paşve navêjin û dê giliya xwe berdewam bikin.

Polîsan malbat gilî kir

Di dema ku ji bo 3 xwişk û birayên ku piştî lêdanê hatibûn binçavkirin de biryara kontrola edlî hat dayîn, hat hînbûn ku polîsan der barê malbata ku derb kirine de gilî kiriye. Endamên malbatê diyar kirin ku dema çûne nexweşxaneyê lê baş nehatine tedawîkirin û rapora derbê bi berfirehî nehatiye girtin. Endamên malbatê mijarê birin dadgehê û hem giliyê bijîjk, hem jî polîsan kirin.

Azîze Ak a ku yek ji endamên malbatê ye got ku ew rastî nêzikatiyên xerab hatine û bi rojan zarok ji ber bûyerê nikarin razên û got ku rastî tacîzê hatiye.

‘Singa min jidandin û şimaq li rûyê min xistin’

Azîze Ak diyar kir ku polîsan bêyî nasname nîşan bidin xwestine lêgerîn bikin û diyar kir ku ji ber nerazîbûn nîşanê vê dane rastî tundiyê hatine Azîze Ak diyar kir ku dema cîranan xwestin mudaxele bikin rastî êrîşa bi cop hatine û wiha pê de çû: “Dema min deng bihîst ez daketim jêrê. Dema Ez daketim min dît ku du sê kes li kurê min dixin. Piştre wî rakirin danîn ser derenceyan. Sê kesên din jî li kurê min ê din dixistin. Berpirsê polîsan jî gaza îsotê dirijand. Keçên min ên biçûk jî hatin, bi gaza îsotê êrişê wan jî kirin. Di vê kêliyê de xwestin kurê min bi kelebçeya paş ve binçav bikin. Min nehişt û min bi destê kurê xwe girt. Piştre polîsek bi awayek tund bi singa min girt û şîmaq li rûyê min xist. Ne tenê min keç û zarokên wê jî derb kirin. Destê keça min, tiliyê kurê min derizî. Zarokan bi copan derb kirin.”

‘Divê berpirs ceza bigrin’

Azîze Ak got ku ne tenê rastî tundiya polîsan hatine li Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî jî rastî nêzikatiyên xerab ên bijîjkan hatine. Azîze ak destnîşan kir ku piştî polîsan bijîjkan şiyar kirine, bijîjk rapora derbê nedaye zarokên wê, fîlmek jî nehatiye kişandin. Azîze Ak got ku ew giliyê polîsan dike û dê serî li hemû riyên hiqûqî bide û wiha gotinên xwe domand: “Em hemû çûn nexweşxaneyê lê bijîjk nehişt em werin dermankirin. Tevî hemû êş û şîniyan kesê baş derman nekir. Polîsan me derb kir, bijîjk jî me derman nekirin. Me gazî ambulansê kir lê nehiştin ambulans jî were. Xwedê heqê me ji kesê re nehêle. Em ê giliyê wan bikin. Kesê ku ev tişt anîn serê me divê ceza bigrin, em edaletê dixwazin. Jixwe li vî welatî edalet tune ye, ger hebûya em ê ne di vê rewşê de bûna.”

'Gefa kuştinê li min xwarin’

Leyla Ak, anî ziman ku di dema mudaxeleyê de hem hevjînê  wê, hem jî keça wê rastî lêdanê hatine û wiha behsa bûyerê kir: “Wê rojê polîsan li nava wesayîd û li ser ciwanan lêgerîn kirin. Piştî wê jî serî li tundiyê dan. Ew 6 sivîl bûn û tu wesayîdek wan tunebû. 6 kesan êrişî du kesan kirin. Yekî  li dîwar dixistin û bi pihênan li serê yekî din dixistin. Me hewl da mudaxeleyî wan bikin û wan ji hev cuda bikin lê bi tu awayî ranewestiyan. Her wiha ez û keça xwe jî rastî tundiyê hatin. Tacîz kirin û me tehdît kirin û gotin, 'Eger hûn wisa bikin em ê we bikujin û hevjînê te jî bigrin.”

Malbatên ku tundî li wan hat kirin, serî li dozgeriyê dan û piştre serî li Komîsyona Îşkenceyê ya Baroya Amedê dan.