Li Amedê piştevanî zêde dibe: 138 qadên stargeh hatin avakirin

Li Amedê Endama Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê Seroka DTO Elîf Turan da zanîn ku li bajêr ji bo mexdûrên erdhejê 138 qadên stargeh hatine avakirin û diyar kir ku gel di nava piştevaniyê de ye.

Amed- Li ser erdheja ku Tirkiye û Kurdistanê hat jiyîn 2 roj derbas bû. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane her ku saet derbas dibin zêde dibe, agahiyên ku li hin bajaran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî nayên meşandin tên. Li Amedê ku yek ji bajarên ji erdhejê zirar dîtiye  xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dike. Li bajêr heta niha hejmarek zêde kes jiyana xwe ji dest dan. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê ku maseya krîzê ava kir û ji saziyên sivîl ên Amedê pêk tê, geşedanên dawî yên li bajêr ji ajansa me re parve kir.

‘Ji bo welatiyan li 138 cihan qadên stargehê hatin avakirin’

Endama Platformê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan diyar kir ku şêniyên bajêr şevên xwe li salonên dawetê, salonên sporê û dibistanên taybet derbas dikin. Elîf Turan diyar kir piştî bangên hatine kirine gel di nava piştevanî û alîkariyê de ye û wiha got: “Navenda me ya krîzê ku ji saziyên civaka sivîl pêk tê, xebatên xwe berdewam dike. Em ji duh ve li vir in û bi şev jî nobet digrin. Me welatiyên xwe di mijara nekevin avahiyên zirartîn de hişyar kir. Em ji boo welatiyên ku nikarin herin malên xwe, li 138 cihan qadên stargeh avakir. Li vir pêdiviyên xwarin û av tê dabînkirin. Lê pêdiviyên lezgîn ku me niha diyar kir hene. Pêdiviyên bingehîn ên wekî betanî, xwarina zarokan, peçê zarokan û mont hene."

'AFAD'ê dest danî ser alîkariyên wan'

Elîf Tûran hişyarî da ku divê gel heta erdhej biçûk berdewam dike li qadên kombûnê bimîne. Elîf Turan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em alîkariyên tên hem ji gelê vir re û hem jî ji gelên parêzgehên derdorê re dişînin. Lê wesayîtên me yên alîkariyê yên hatin şandin, hatin desteserkirin. Piştî daxuyaniya AFAD'ê biryar hat dayîn ku alîkariyên hatine şandin bên desteser kirin. Hat gotin ku alîkariyên nû yên werin komkirin dê di bunyeya AFAD’ê de bên komkirin. Niha li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Em wek maseya krîzê, her roj hevdîtinan dikin û dipirsin ka çi pêvidiyên mirovan heye. 7 avahî hilweşiya û li wan avahiyan xebatên rakirina xirabetan hêj berdewam dike.”

Elîf Turan, reqemên ku xwe bigihêjin navenda krîzê ya ku ji aliyê platformê ve hatiye avakirin jî parve kir:

*0538 266 77 73 Serdar K.

*0532 113 8745 Siraç Ç.