Li Amedê meşa Cejna Zimanê Kurdî

Di çarçoveya çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê meş hat lidarxistin. Di meşê de hat gotin ku ziman hebûna Kurdan e di vê qadê de banga zêdetir têkoşînê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meşek li dar xistin. Bi sedan kesên ku hevserokên giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de bûn, li Parka Roboskê hatin ba hev.

Welatî bi cil û bergên neteweyî tevli meşê bûn. Di meşê de welatiyan pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” ya bi zaraveyên Kurdî yên kirmanckî û kurmancî hilgirtin û dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Meş ji Parka Roboskê heta Park Ormanê domiya. Welatiyên cil û bergên neteweyî tevli bûn, dovîza “Zimanê azad/jiyana azad” hilgirtin.

Girseya ku gihîşt Park Ormanê, li wê derê daxuyanî da. Daxuyanî bi zaravayên kirmanckî û kurmancî hat xwendin. Daxuyaniya kurmancî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut ve hat xwendin.

‘Ziman hebûna Kurdan e’

Daxuyanî wiha ye:

“Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya Kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya Kurdan a neteweyî ye; hîm û sîwana yekitiya Kurdan e. Azadiya zimanê Kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya Kurd e.

Gelê Kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedeke mezin daye. Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên Kurd, têkoşer û pêşengên Kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê Kurdî jî Celadet Elî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê Kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, di warê ziman û çanda Kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê Kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.

Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin: ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîn e,  xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.’

Abdullah Ocalan dibêje: “Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkeve” vê heqîqeta qedîm piştrast û temam dike. Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî 50 salên dawî li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê yên li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî her sal tê pîrozkirin.

‘Em ê yekitî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin’

Em bi vê hêz û baweriyê dibêjin ku; gelê Kurd dê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi awayekî stratejîk parastina hebûna xwe bike. Gelê me dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdeya bi zimanê dayikê de têkoşîna xwe xurtir bike. Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek ji xwe dest pê bikin û di xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bi zimanê xwe biaxivin bixwînin û binivîsînin. Bi vê yemê em ê yekitî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin.

‘Em ê li her derê hawar û dengê zimanê Kurdî bilind bikin’

Bi vê boneyê em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem Kurdî her der Kurdî’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê Kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna neteweya Kurd e, bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê hawar û dengê zimanê Kurdî bilind bikin û rengê wê li her derê belav bikin.  Di vê çarçoveyê de bi hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê Kurdî her wiha bi daxwazên fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî em ê heta dawiyê hewl bidin ji niha û pê ve li hemû bajar, navçe, bajarok, tax, kolan, gund û gundikên li Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên li Tirkiyeyê têkoşîna zimanê Kurdî bi awayekî şênber, domdar û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.

‘Em hemû parêzvanên zimanê Kurdî bi bîr tînin’

Em bi boneya salvegara 92’an a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêvanên zimanê Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd, li hemû jin û dayikên Kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê Kurdî pîroz dikin û di serî de têkoşerên zimanê Kurdî, jin û ciwan bang li her kesê li bakurê Kurdistanê û li her derê cîhanê, hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên Kurd dikin ku; têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê Kurdî. Em her dem û li her derê bi Kurdî baixivin, bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî binivîsînin.”

‘Divê em li dijî zordestiya wan xwedî li zimanê xwe derkevin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî piştî xwendina metna daxuyaniyê axivî. Bakirhan, da zanîn ku siyaset, ziman û çanda Kurdî bi zextên giran re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Hê îro jî em nikarin cejna zimanê xwe bi awayekî azad pîroz bikin. Zimanê me bi zextekî wisa re rû bi rû ye. Lewma barekî giran dikeve ser milên me. Divê em li dijî zordestiya wan xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ê ji vir û şûnde li her derê û di her demê de bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsînin û bi Kurdî bifikirin. Em ê bêhtir li ser xebatên ji bo çand û zimanê Kurdî bisekinin. Em li vir bangî hevşaredarên me dikin; divê ji vir û şûnde pir zêdetir li ser zimanê Kurdî bisekinin. Zimanê me hebûna me ye. Em ê li kolanan û malên xwe hînî zimanê xwe bibin û zimanê xwe hînî gelê xwe bikin. Ji bo vê jî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.”