Li Amedê eleqeyek mezin ji sindoqan re heye

Ji bo hilbijartina tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê gelê Amedê ji danê sibehê ve diçe ser sindoqan.

Amed - Gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina tûra duyemîn a serokomariyê îro berê xwe dan ser sindoqan. Kar û barên dengdanê di saet 08.00'an de dest pê kirin, gelê Amedê ku dengê xwe ji bo guherînê bi kar anî, di saetên serê sibehê de berê xwe da ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Li bajarê ku eleqeyek mezin nîşanî sindoqan hat dayîn, di tûra yekem de namzedê tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 71 deng, namzedê tifaqa Cumhur Receb Tayib Erdoxan jî ji sedî 26’ê dengan girtibû.

Li gundan cerdevan û leşker li ber deriyên dibistanan sekinîne!

Muşahidên ku di saetên sibehê de berê xwe dan dibistanan polîsan ji wan re gotin “talîmat heye, beriya saeta dengan hûn naçin hundir.” Di tûra yekem a hilbijartinê de ji ber sindoqên seyar tunebûn gelek hemwelatiyên astangdar ku dengên xwe bi kar neanîn îro dema ku çûn ser sindoqan ji wan re gotin qeyda we nîn e, dengên xwe bi kar neanîn. Li herêmên gundan eleqeyek zêde ji bo sindoqan hebû. Li navçeya Pasûra Amedê li gorî agahiyan li ber deriyên dibistanan leşker û cerdevan rawestiyane.

Edamên Partiya Çep a Kesk û rayedaran îtîrazê kirin û gelek parêzer li qadê li dibistanan digerin. Wê piştî saet 17:00’an dema ku sindoq werin girtin dest bi kar û barên hejmartinê bikin.