Li Amedê bi sed hezaran ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê gihan hev

Bi hezaran kes bi boneya mintînga 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê gihan hev bi yek dengî li hemberî mêtîngerî, bêkarî, dizî û bêmafiyê qêriyan.

Amed – Bi hezaran karker, kedkar, jin û ciwanên ku bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê hatin cem hev, ji Qada Îstasyonê bang kirin û gotin, "Hêza me ya guhertina vê duzenê heye."

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana kedkaran”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Keda me ye, gotina me ya me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin berzkirin. Di mîtîngê de Serokê Komîteya Amadekar Kamuran Taş helbesta "Ez welat dixwazim" xwend û kedkarên cîhanê silav kir. Kamran Taş, di axaftina xwe de got:

“Hemû çavkanî û îmkanên welat ji bo çend kom û patronên xwedî îmtiyaz nayên veqetandin; Di dema ku em bi bêkarî, birçîbûn, xizanî, zêdekirina deyîn û nexweşiyê re têdikoşin, em ji bo karkeran, feqîran welatek baştir dixwazin. Ne welatek e ku heta mirinê bixebitin, mûçeyên ku di bin birçîbûn û xizaniyê de, koletiya bi taşeron û bê ewlehiyê de bidest bixin; Em welatekî ku em lê dixebitin nemirin û tê de mirovahî bijî dixwazin. Em welatekî dixwazin ku qanûn û mafên destûrî ji bo her kesî bên dabînkirin. Em welatekî demokratîk û xwedî mafê rêxistinî dixwazin. Em welatekî dixwazin ku perwerde û tenduristî tê de neyên kêmkirin û hemû xizmetên giştî wek maf bên dîtin dixwazin.”

“Dê tarîtî biçe emê bimînin”

Endama MYK'a KESK'ê Gonul Kûral Şîmşek jî di axaftina xwe de cezayên di Doza Geziyê de hatin dayîn bi bîr xist û diyar kir ku AKP û daraza wê nikarin pêşiya têkoşîna azadiyê ya kedkar û gelan bigirin û got: "Bi bêçareserî hiştina Pirsgirêka Kurd dixwazin desthilata xwe mayîn de bikin. Newekheviya zayendiya civakî kûr dibe. Barê ku li milê jinan tê barkirin û tundiya wan tên kirin zêde dibe. Jinan dikin hedef. Weke ku ev ne bes bin Peymana Stenbolê radikin. Em li dijî polîtîkayên dijminane yên kedê derdikevin. Em welatekî ku wekheviya ked, azadî û demokrasî lê serwer be û şer lê tunebe û Pirsgirêka Kurd hatine çareserkirin, li girtîgehan îşkence tunebe dixwazin. Em bi yekitiyê vê pêk bînin."
         

Sekretera Jinan a Haber-Senê: Esra Ademhan

“Em ji bo karker, kedkar û jinan li vê derê ne. Ev duzen wisan naçe, em li hemberî sansorê ji bo mafê xwe li vê derê ne. Qeyîrana tê jiyîn her kesê ber bi birçîbûnê ve dibe. Em kedkar vê qeyîranê napejirînin. Ji ber em na pejirînin îro li qadanin. Hêrsa her kesê pir bilinde û daxwazên wan zelalin. Em ji bo daxwazên xwe li qadanin û emê timî li qadan bin.”

Dara Gunal: Emê dengê xwe bilind bikin

“Ez 1’ê Gulanê herî zêde li karkerên li Pegasusê ji kar hatîn avêtin pîroz dikim. Ez bi hêviya 1’ê Gulanek bê mêtîngeriya kedê li vêderê ne. Dê jin vê duzenê biguherin. Ji ber em mêtîngeriya kedê napejirînin li vêderê ne.”

Gulizar İpek: Em tundiyan napejirînin

“Em li hemberî şidet, mêtîngerî û tundiya ser jinê û guherîna pergalê li vêderê ne. Jinan li her qadê mexdur dikin. Keda wan tê xwarin û tên qetilkirin. Bila Peyîma Stenbolê bikeve meriyetê û mafê jinan bê dayîn. Em vê tundî û kuştinan napejirînin.”

Fatma Timur: Daxwazên me zelalin!

“Bila dawî li van tundiyan bê. Daxwazên me pir zelalin. Bi salane kedkar van daxwazên xwe tînin ziman, lê daxwazên wan bi qeyîranan tên bersivandin. Karker heqê keda xwe nagirin û birçî dimînin. Bila kedkar heqê keda xwe bigirin û ev duzen bê guherîn. Bila jin neyê qetilkirin û keda wan bê dîtin. Ji ber qeyîranê welatî nikarin nan bibin mala xwe û birçî radizin. Em vê napejirînin û emê nepejirînin.”