Li Amedê 24 jin hatin binçavkirin
Li Amedê vê sibehê di serdegirtina malên wan de nûnerên sendîka û rêxistinên jinan jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin.
Amed - Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku di sala 2021’ê de dabû destpêkirin de, îro danê sibehê gelek jin li malên xwe hatin binçavkirin. Dema ku sedema binçavkirinê nehat hînbûn, hat diyarkirin ku ji bo 24 kesan biryara binçavkirinê heye.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:
“Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman, endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Sekretera Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Hevseroka TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Sekretera Perwerdeyê ya Egîtîm Sen a Hejmar 1’ê Hatîce Efe, Sekretera Jinan a BTS’ê ya sala berê Bahar Ulug, Sakîne Karadenîz Bîrsen Guneş, Hazal Yildirim, Safiye Akdag, Esma Efeturk, Yildiz Kardaş, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya, Gulşen Ozer, Evîn Yelboga û Aktîvîsta TJA’yê Jale Okkan.”
Hat diyarkirin ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Li aliyê din astengî ji bo parêzeran der barê binçavkirinan de hat danîn. Hat destnîşankirin ku dê parêzer der barê binçavkirin, girtin û lêgerînê de li dozgariyê re îtîraz bikin.
Ji KESK’ê daxuyanî
Platforma Jinan a KESK'ê ku banga serbestberdana jinên a piraniya wan endamên wan in diyar kir ku lidarxistina vê operasyonê ya beriya Newrozê ne tesadufî ye û daxuyanî da.
Gelek jinên endamên sendîkayê beşdarî civîna ku li avahiya Navenda Giştî ya KESK'ê hat lidarxistin bûn.
Sekretera Hiqûqê û Têkiliyên Navneteweyî ya KESK’ê Zeynep Erkan Korkmaz, diyar kir ku her çalakiya jinan tê astengkirin û bi destên darazê zext û operasyonên çavtirsandinê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îro danê sibê li Amedê Sekretera Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Hevseroka TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Sekretera Perwerdeyê ya Egîtîm Sen a Hejmar 1’ê Hatîce Efe, Emîne Akşahîn û Sekretera Jinan a BTS’ê sala berê Bahar Ulug ji di nav de herî kêm 24 jin hatin binçavkirin. Tevî ku di dosyayê de ji ber "biryara qedexekirinê" agahiyek nehat dayîn jî tê texmînkirin jin ji ber çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê hatine binçavkirin.”
"Demildest serbest berdin"
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lidarxistina vê operasyonê ya beriya Newrozê û 1’ê Gulanê ne tesadufî ye û wiha hat gotin: “Divê li Amedê hevalên me yên hatine binçavkirin û hema bêje hemû rêveberên jin ên şaxên me yên sendîkayan in, demildest bên berdan û der barê kesên ku ev pêkanînên dijhiqûqî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin."