Li Aksarayê jinek û dû zarokên wê hat qetilkirin

Li Aksarayê jinek tevî dû zarokên xwe, ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bu hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Gol Bibi ya 26 salî ya li Aksarayê dijiya û zarokên wê Meryem a 4 salî û Merveh S. ya 3 salî hatin qetilkirin.

Mêrê bi navê M.H.S., Gol Bibi ya pê re zewicî bu bi amûrên tûj qetil kir û her dû zarokên ku yek ji wan 4 yek ji wan 3 salî bûn ji balqonê avêt. Piştî bûyerê li ser bingehê agahîdayîna kesên li derdor, polîs û ekîbên tendûristiyê hatin cihê bûyerê. Gol Bibi ya 26 salî û her dû zarokên wê rakirin nexweşxaneyê, lê rûxmê hemu hewildanan her sê jiyana xwe jidest dan.

Hat zanîn ku kujer M.H.S. ya tê payîn ku ji Efganîstanê ye xwe ji balqonê avêtiye, bi giran birîndar bûye û xeteriya jiyana wî heye.