Li Afganîstanê pêşeroja mîlyonan jinan di xetereyê de ye

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî hişyarî da ku ji ber qedexeyên Talîbanê pêşeroja mîlyonan jinan li Afganîstanê di xetereyê de ye.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navdewletî li ser tora civakî ya Twitterê di tiwîta ku belavkirî de ragihand ku ji ber qedexeyên Talîbanê pêşeroja bi mîlyonan jinan li Afganîstanê di xetereyê de ye û  bang li civaka navdewletî kir ku bandora xwe di hevdîtina bi rayedarên Talîban re ji bo çareserkirina mafên jin û keçan bikar bîne.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bal kişand ser wê yekê ku bi milyonan jinên Afganî di bin tirsa hikûmeta Talîban de dijîn û ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.