Li Afganîstanê parlamentera jin hat qetilkirin

Mursel Nebîzade ku yek ji kêm parlamenterên ku piştî Talîbanê di sala 2021'an de desthilatdariya welat bidestxist welat neterikand, di encema êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Mursel Nebîzade ku beriya Talîbanê li Afganîstanê deshilatdarî bi dest bixe, parlementer bû, di mala xwe de ji aliyê êrîşkarek biçek yê nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de parastvanek Mursel Nebîzade jî jiyana xwe ji dest daye û birayê wê û parastvanek wê jî birîndar bûye.

Heta niha der barê nasnameya êrîşkar û hûrgiliyên êrîşê de agahî nehat zanîn, berdevkê polîsê Kabîlê Xalid Zadran ragihand ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Mursel Nebîzade di nav kêm siyasetmedarên jin ku piştî Talîbanê di sala 2021'an de desthilatdariya welat bidestxist welat neterîkand de cih digirt. Di sala 2018’an de ji Kabulê parlamenter hat hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê erka xwe pêkanîn. Mursel Nebîzade di parlamentoyê de endama komîsyona parastinê bû.

Piştî ku Talîbanê li Afganîstanê rêveberiya welat desteser kir, ji bo jin ji derveyî jiyana kamûyê bimînin gelek qedexe hatin anîn. Deriyên saziyên perwerdeyê li jinan hatin girtin û jiyana kar jî hat qedexekirin. Piraniya jinên ku li Afganîstanê di erkên payebilind de cih digrin, neçar man welat biterikînin.