Li Afganistanê ji ber xizaniyê jin gurçikên xwe difroşin
Ji ber rewşa xirab a Afganistanê qeyrana xizaniyê serî hildaye, li bajarê Hêrat piraniya malbatan ji bo jiyana xwe berdewam bikin gurçikên xwe difroşin.
Navenda Nûçeyan- Piştî hêzên Talîbanê desthilatdariya Afganistanê xistin destên xwe, her roja ku diçe rewşa Afganistanê xirabtir dibe, hemû cureyên qeyranan lê çêdibin bi taybetî qeyrana aborî û nebûna xwarinê. Ji ber xizanî û nebûna xwarinê dayik û bav ji bo ku xwarinê peyda bikin neçar mane gurçikên xwe û zarokên xwe bifroşin.
Tevî civaka hindik a bajarê Heratê jî ji dûrve hejarî tê ditîn, jin gurçikên xwe difiroşin da ku jiyana xwe dabîn bikin.