Li Afganistanê ji ber rewşa hewayê 124 kesan jiyana xwe ji dest dan

Berpirsên Talîban diyarkirin ku 124 kes ji ber barîna berfa zêde û sermayê li Afganistanê jiyana xwe ji dest dane û 70 hezar ajal jî tune bûne.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Rêveberiya Karesatan ya Afganistanê Mihemed Ebas Axund ragihand ku niha gelek herêmên Afgansitanê bi giştî ji ber barîna befrê hatine girtin, piştî wê helikopterên serbazî ji bo alikariya lezgin rewaneyî herêmên çiyayî kirine û destnîşan kirin ku 124 kes ji ber rewşa hewaya dijwar jiyana ji xwe ji dest dane ku piraniya wan şivan û xelkên gundan e.

Werza zivistanê li hemû herêmên Afanistanê  gelek dijwar e, ev rewşa herî xirab ya hewayê ya di nava 10 salên bûrî de ye. Rakirina hevkariya rêxistinên taybet rewş zêdetir xirabtir kiriye.