Li Afganistanê hejmara jinên rojnamegerên daket 300’î

Komîteya Parastina Rojnamegerên Afganîstanê, diyar kir ku li Afganistanê hejmara jinên rojnameger roj bi roj kêm dibe û ragihand ku hejmara jinên rojnameger ên dixebitin ji 300 hezarî daketiye 300’î.

Navenda Nûçeyan - Piştî desthilatdariya Talîbanê jinên ku tên xwestin ji dibistan, kar û jiyana pîşeyî bên dûrxistin, her wiha hewl tê dayîn ji pîşeya rojnamegeriyê bê girtin. Komîteya Parastina Rojnamegerên Afganî bi daneyên ku weşandiye ev yek eşkere kir. Komîteya Parastina Rojnamegerên Afganistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rapora xwe eşkere kir, ragihand ku hejmara jinên rojnameger ên dixebitin ji 300 hezar daketiye 300’î.

“Rewş cidî ye”

Komîteyê bal kişand ku jinên Afganî di qonaxeke pir nazik re derbas dibin û wiha got: “Jinên Afganî di van 20 salên dawî de rastî ezmûneke dijwar dan û hêj jî didin. Divê li Afganîstanê azadiya raderbirînê were piştgirî kirin û were dîtin ku rewşa rojnamegerên jin ên dixebitin jî cihê fikaren cidî ne”

“Zext zêde dibin”

Her wiha komîteyê bal kişand ku ji bo rojnamegerên jin ji pîşeya xwe vekişin rastî zext û sansur tên, tundî û zext jî roj bi roj zêde dibin.