Li Afganîstanê cebilxaneyên bermayiyên şer dibe sedema jiyana mirovan

Di encama teqîna topên hawanê de li bajara Kandahara ya Afganîstanê 4 zarok û li parêzgeha Pakita jî 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li Afganîstanê şopên şer yên bi salan didome, nayê girtin. Topa hawanê ya ku li Kandaharê teqiya bû sedema jiyana 4 zarokan. Li gor daxuyaniya ku ji rayedaran hat dayîn, hat zanîn ku cebilxaneya leşkerî berê li qadê maye û duh teqiyaye. Teqîn li herêma Garbî Kool a Kandaharê pêk hat.

Hat ragihandin ku piştî teqînê 3 zarok li cihê teqînê jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan li nexweşxaneya ku rakirine tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên Afganîstanê hatine girtin, li navçeya Gardahirî ya eyaleta Pakîtayê teqîneke ku heta niha çavkaniya wê nehatiye tespîtkirin pêk hat. Hat ragihandin ku 2 kes jiyana xwe ji dest dane 2 kes jî birîndar bûn û tedawiya wan li nexweşxaneya xwecihî berdewam dike.

Digel ku li Afganîstanê bandorên şerê bi salane berdewam dike û yên ku li pêy xwe hişt hîn jî dibe sedema jiyana mirovan, bi hezaran mirov bi teqemeniyên ku ji ber şer mane jiyana xwe ji dest didin.