Li Afganîstanê aktîvîsteke din a jin hate girtin

Hat diyarkirin ku aktîvîstek din a jin a ku li Afganîstanê beşdarî xwepêşandanên mafên jinan bû, hat girtin. Talîban jî van nûçeyan red dike.

Navenda Nûçeyan- Jinên aktîvîst ên li Afganîstanê beşdarî xwepêşandanên mafên jinan bûne yek bi yek tên girtin. Ji van jinan herî dawî Mursal Ayar bû hatî girtin. 
Dema ku berdevkê Talîbanê Bîlal Kerîmî diyar kir ku dê rewşa Mursal Ayar lêkolînê bikin, nûçeyên ku dibêjin jin hatine girtin red kir. Bîlal Kerîmî got: “Ev bûyer nû qewimî, em hêj lêpirsin dikin.”
Daîreya Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, fikarên xwe yên li ser berdewami windakirina beşdarên pêvajoyên herî dawî tevlî xwepêşandanên mafên jinan bûne anî ziman.
Berdevka Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî diyar kir ku ew ji ewlehiya aktîvîstan bi fikar in.
Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser wê yekê ku nûçeyên li ser windakirina jinan amaje bi girtin û binçavkirinên keyfî dikin, daxwaza "peyamên zelal bidin berpirsên asta nizm daku tolhildan li wan kesên ku xwenîşandanên aştiyane li dar dixin û azadiya xwe îfadekirinê bi kar tînin nebin" ji desthilatên Talîbanê kir.