Li Afganîstanê 11 rojnamevan hat binçavkirin
Federasyona Medya û Rojnamevanên Afgan, destnîşan kir ku li Afganîstanê 11 rojnamevan ji aliyê Talîbanê ve hatine binçavkirin û daxwaz kir ku hempîşeyên wan werin berdan.
Navenda Nûçeyan- Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganîstanê desteser kir şûnda hejmara rojnamevanên jin ên li Afganîstanê her roj kêmtir dibe. Pîşeya rojnamevantiyê hedefa Talîbanê ye. Federasyona Medya û Rojnamevanên Afgan bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku 11 hempîşeyên wan ji aliyê Talîbanê ve hatine girtin.
Federasyona Medya û Rojnamevanên Afgan daxwaz kir ku hempîşeyên wan werin berdan û da zanîn ku li Qebûl û Nangaarharêji dû televîzyonên taybet 7 rojnamevan û 4 rêveberê televîzyonê hatine girtin.
Federasyona Medya û rojnamevanên Afgan bang li Talîbanê kir û got “Li hemberî rojnamevantî û medyayê binpêkirinên xwe bidawî biin. Li hemberî hiqûqa navnetewî birêz bin”.
Ji bo Talîbanê banga “bidawîkirina gefan”
Ofîsa Mîsyona Alîkariya Netewên Yekbûyî (UNAMA) binçavkirina rojnamevanan weke çalakiyekê kêyfî binav kir û bang kir ku tevahî rojnamevanên ji aliyê Talîbanê ve hatine girtin werin berdan. UNAMA daxwaz kir ku gef û helandinên li hemberî saziyên medya û rojnamevanan bidawî bibe.