Li Adenê 30 jinan ji bo bihêzkirina rewşa aborî dest bi projeyên xwe kirin
Piştî perwerdeya ku meheke domiya, di warê pîşeyên dirûtina cilan, karsazî û kuafuriyê de dîtin ku ev perwerde ji aliyê saziya Akwan a maf û azadiyê û bi piştgiriya Rêxistina Saferword û bi hevkariya saziya Besmet El-Heyat di çarçoveya projeya jin û aştiyê de hatibû dayîn, dîtin, 30 jinan li Adenê ji bo bihêzkirina rewşa aborî dest bi pêngavên xwe yên yekem kirin.
NOOR SURÎB
Yemen- Li Adenê 30 jinan ji bo bihêzkirina rewşa aborî piştî ku perwerdeya mehek di warê pîşesaziya dirûtina cilan, karasazî û kuafuriyê de dîtin dest bi xebatên xwe yên yekem kirin.
Di şahiya rêzgirtina jinan a di çarçoveya Projeya Jin û Aştiyê de ku di 3'ê Adarê de hat lidarxistin, Rêvebera Projeyên Saziya Maf û Azadiyan a Akwan Safaa Murad ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ez bi vê serkeftinê kêfxweş im, me perwerdekirina 30 jinan di pîşeyên curbecur de bi dawî kir, hemû jî jinên dilxwaz in û li riyekê digerin ku debara malbata xwe bikin. Ez bi hemû jinên ku bi disîplîn, baldarî û hezkirin beşdarî perwerdeyê bûne serbilind im, serkeftinê ji wan re dixwazim û em ê timî di nava dan û standinan de bin bi hev re û em ê li gorî hewcedariya wan alîkariya wan bikin ji piştgiriya qanûnî bigre heya derûnî em ê destek dayinê bidin.
Beşdarvana perwerdeyê Samar Ebdullah wiha got: "Ez jineke hevberdayî me, 4 zarokên min hene tevî ku ez xwenda me jî tu wezîfe bi dest min neket. Ez ji karê dirûtinê hez dikim lê ez di vê beşê de ne jêhatî bûm piştî perwerdeyê ez bêtir xurt bûm û jêhatî bûm û di beşa dirûtina cilan de dixebitim, ez spasiya saziya Akwan û besmet El-Heyat dikim ku di nav şert û mercên dijwar de alîkariya min kirin ku ez xwe bispêrim keda xwe."
"Di perwerdeyê de ez fêrî pîşeya kuaforiyê bûm"
Nesma Ensar jî wiha anî ziman: "Min mehekê perwerdeya pîşeya kuaforiyê dît, kuaforî jî yek ji wan pîşeyên girîng û afrîner e êdî ez dikarim dest bi projeya xwe bikim bêyî ku hewcedarî kesan bibim."
Projeyê desteka darayî pêşkêşî jinan kir
Proje bi dayîna alîkariyê ji bo jinên ku perwerde qedandin tê cudakirin bi mîqdarek dirav tê alîkariyê pêşkêş dike ku ji jinan re dibe alîkar ku dest bi projeyên xwe bikin.