Li Abyanê ji bo ‘mafê mîrasê’ yê jinan hewldan hat destpêkirin

Endama hewldana Mîrasê ku li bajarê Abyan ê Yemenê hat destpêkirin, Anda Al-Salahî diyar kir ku kampanyayên hişyarîkirin, amadekariyên zemîna daneyan, avakirina binesaziya teknolojiyê û weke piştevaniya fînansî gelek xebatan didin meşandin.

FATÎMA REŞAT

Yemen- Jinan bi têkoşîna ku bi salan domandin, destkeftiyên girîng bi dest xistin. Bi polîtîkayên şer ên di salên dawî de zêde bûne re, destkeftiyên jinan bûn hedef. Destpêkê welatên Rojhilata Navîn li gelek welatan hê jî jin ne xwedî mafên mîras û xwedîkirina zarokan in.

Li Yemenê di pêşengiya Weqfa Mirovî de di 28’ê Tîrmehê de hewldana ‘Mîrasê’ dest pê kir, bi vê hewldanê tê hedefkirin ku jin bêyî serî li dadgehê bidin, mîras bi awayekî wekhev were parvekirin.

Seroka Weqfa Mirovî û endama hewldana ‘mîras’ ku li bajarê Abyan ê Yemenê dest pê kiriye Anda Al-Salahî der barê mijarê de nirxandin kir.

‘Ji bo parvekirina bi awayê wekhev ê mîrasê bendên zagonî yên nû tên amadekirin’

Anda Al- Salahî diyar kir ku bi beşên zagonê re xebat didin meşandin û wiha got: “Li gel mirina kesê ku debara malê dike divê hikumet mîras bi awayekî otomatîk parve bike. Ji bo vê jî em hedef dikin zagonek ku berpirsyariya parvekirina mîras digre derbixin. Armanca me ew e m bi riya dîjîtal bikin. Destpêkê ev pêkanîn mîrasê kesê mirî bi awayek otomatîk dê hesab bike, ji bo yên nêz parvekirina wekhev pêk were. Ev pêkanîn wê hemû daneyên kesên xwedî mîras bigrin nava xwe.”

‘Ji bo jin mafê mîrasê bi dest bixin wê piştevaniya zagonî bê kirin’

Anda Al-Salahî da zanîn ku dê hewldana der barê mafê mîras de kampanyayên hişyarkirinê li dar bixe û wiha domand: “Di saziyên eleqedar de ji derveyî hevkariyê, ji bo xwe bigihîjînîn zêdetir mirovan wê biçin dezgehên cuda yên ragihandinê. Rayedar wê bi taybetî li dadgeh, ofîsên statuya sivîl û banqeyan xebatan bidin meşandin. Ji bo jin mafê xwe yê mîrasê bigrin wê piştevaniya zagonî bê dayîn. Di rewşa mafê wan were famkirin û neyê famkirin de, wê ji bo malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xizmeta şêwirmendiya hiqûqî were dayîn. Ji bo helwdana ‘mîrasa min’ di qadê de were pêkanîn di navbera aliyên cuda de hevkarî lazim e.”

Anda Al-Salahî bal kişand ser zoriyên ku helwdan rastî wan tê û wiha got: “Ji derveyî pêşxistina hewldanê û binesaziya teknolojîk, em rastî astengiyên hinek aliyan tên. Ji ber ji bo avakirina platforma dîjîtal, maliyetên fînasî û di pêkanîna ewlehî û veşartî de demek zêde û hewldan pêwîst e. Bi taybet ji bo em di civakeke muhavfezakar de dijîn, ji bo parastina agahiyên şexsî û divê daneyên mîras ji korsanan werin parastin.” 

‘Weqfê hedef kir îstîqar û ewlehiya li herêmê pêk bîne’

Anda Al-Salahî destnîşan kir ku Weqfa Mirovî di 3’ê Adara 2015’an de di rewşa şert û mercên şer de hatiye avakirin û wiha got: “Bi taybetî piştî rewşa li herêma Jaar ku pêwîstî bi alîkariya civakî heye hat avakirin, weqfê hewl da îstîqrar û ewlehiya li herêmê pêk bîne. Ji bo hemû kom kêrhatiyên xwe bi pêş bixin, perwerde bikin, pêwîstiyên bingehîn ên kesên ku ji cihên xwe bûne pêk bînin xebat dan meşandin. Ji derveyî der barê komên ciwan di mijara pêşketinê de dayîna perwerdeyê, der barê mafê mirov û zarokan de proje û rapor hatin amadekirin. Bi taybetî li herêmên ku bûne şahidên şer ji bo çareserkirina hinek pirgirêkan em xebitîn. Li herêma Şukra ku xebat lê zêde bûne, ji bo dengê jinan were bihîstin, ji bo li dijî şer aştiyê biparêzin xebatên hişyariyê hatin meşandin.”

‘Li dijî pirsgirêkên aborî û hawirdorê xebat hatin meşandin’

Anda Al-Salahî amaje bi wê yekê kir ku weqfê di heman demê de ji bo jinên ku hevjînê xwe berdane yan jî hevjînên wan mirine dahata xwe pêk bînin hewl daye li gel saziyên ku bernameyên ku dahatê bîne tor ava bikin û wiha got: “Me perwerde da jinan. Li gel vê jî ji bo jin projeyên xwe bi pêş bixin me bal da ser pirsgirêkên hawirdorê û me hebûna hinek fabrîqeyan tesbît kir. Em gihîştin wê encamê ku bermahiyên fabrîqayan, di destpêkê de penceşêr, hinek nexweşiyan derxistine holê, ziyan dane hawirdorê û jiyana mirovan xistine xeterê.”

Anda Al-Salahî destnîşan kir ku jinên li Abyanê beşdarî gelek foruman bûne û ketine ferqa mafên xwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber vê yekê pêşketinên erênî hatin jiyîn. Bernameyên me yên nû jinên xwedî pêwîstiyên taybet digrin nava xwe. Projeya me ya herî girîng projeya ‘hewldana mîrasê’ ye. Bi vê projeyê em hedef dikin ku gevek bingehîn biavêjin. Ji bo jin mafê xwe yê mîrasê bigrin divê em gelek baldar bin.”