Li Şirnexê li dijî êrîşa zayendî meş were lidarxistin

Saziyên civakî yên Şirnexê têkildarî destdirêjiya li hemberî zarokan daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin kiryar bên cezakirin. Saziyan banga beşdariyê meşê li gel kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Şirnexê di 11’ê Hezîranê de Yûsûf Acar ê ku destdirêjî li 4 zarokan kiribû, hatibû girtin, derket holê ku berê jî li destdirêjî 12 zarokan kiriye. Piştî ku zarokan jiyane ji malbatên xwe re vegotin. Bi wê yekê diyar bû ku beriya 6 mehan ev yek çêbûye û gelek zarok ji tirsan neaxivîne.

Ji derveyî Platforma Zarok û Jinan a Şirnexê, 25 saziyên civakî yên li bajar têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de li dijî sûcên êrîşên zayendî banga beşdariya meşê li gel hat kirin.

‘Bûyerên gelek kirêt in’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku destdirêjiya li hemberî zarokan li bajêr rê li ber hêrseke mezin vekiriye û wiha hat gotin: “Bûyerên destdirêjiyê yên di demên dawî de li navenda Şirnexê hatine jiyîn, me hemûyan di nava fikar û hêrseke mezin de hiştine. Di van bûyerên kirêt de piraniya qurbaniyan zarok in, ev yek jî berpirsyariya me ya civakî û hesasiyeta me ya qanûnî zêdetir dike. Em ê nehêlin tu zarok li vî bajarî di nava bêdengî û tarîtiyê de bê hiştin. Parastina zarokan ne tenê ya malbatan e, berpirsyariya hevpar a dewlet, civak û her ferdî ye. Bi ronahiya edaletê wê tarîtî nemîne; ev sûcên kirêt wê bi tu awayî neyên veşartin. Di heman demê de binpêkirinên gelek kirêt in û wijdanê civakê dişînin.”

Saziyên di daxuyaniyê de cih girtin ev in:

Navê saziyên sivîl û pîşeyî yên ji bo daxuyaniyê hatine îmzekirin wiha ne: 'Baroya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Şirnexê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê, Sendîkaya Esnaf û Pîşekaran, Odeya Esnafan a Şirnexê, Odeya Tabîban a Şirnexê, Odeya Diranan a Şirnexê, Odeya Doktorên Diranan a Şirnexê, Kooperatîfa Kargehên Şirnexê, Kooperatîfa Sîteyên Pîşesaziyê ya Şirnexê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Şirnexê, Komeleya Muayeneya Komirê ya Şirnexê, Komeleya Astengdaran a Şirnexê, Kooperatîfa Kefaletan a Şirnexê, Odeya Dermanfiroşan a Şirnexê, Odeya Muhasebekarên Serbixwe û Şêwirmendên Malî, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Şirnexê, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Odeya Mîmaran a Şirnexê, Odeya Endezyarên Sivîl a Şirnexê, Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Şirnexê, 23’yemîn Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Cizîrê, Platforma Bajêr a Silopiyê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Şirnexê.

Banga meşê

Platforam Zarok û Jinan a Şirnexê bertek nîşanî êrîşên zayendî da û diyar kir ku îro li qada Komarê ya Şirnexê wê di saet 18:30’an de kom bibin û bimeşin. Li qada Omer Kabak jî wê têkildarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.