Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Cizîr û Şirnexê di encama serdegirtinên malan de 25 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de polîsan li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de derî hatin şikandin û mal hatin serobinkirin. Di serdegirtina malan de Evîn Kurt û Çelîk Denker jî di nav de bi giştî 25 kes hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Tê texmînkirin ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.