Li Şîrazê xwendevan dersan boykot dikin

Xwendevanên zanîngeha Şîrazê yên beşa hunerê beşdarî greva giştî bûn û diyar kirin ku dersê boykot kirine. Li Tehranê bi ku hêceta ji qanuna ferzkirina hicabê pêk nehatiye parqek ya şahiyê hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyên piştgiriya gireva giştî ya ku sê rojan dom bike tên. Xwedenvanên zanînageha Şîrazê yên beşa hunerê diyar kirin ku ew jî beşdarî greva giştî ya li seranserî welat bûne û ji bo vê yekê naçin zanîngehê û wê bêşdarî çalakiyan bibin.

Xwendevanên zanîngeha Şîraz yên beşa hunerê bi dirûşma ‘Li dijî zilma zaliman em ê bibin dengê gel’ daxuyanî dan û wiha gotin: “Li dijî dehaqên zalim em ê bi hev re tevbigerin. Em ê li ruyê zaliman biqîrin ku ew nikarin zilmê bidomînin û bêjin ev ax heta îro zilm jiyan kiriye, lê belê tu caran serî netewandiye.” 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cihê xwendekaran lê bin dibîstan e, ne girtîgeh e û daxwaz kirin ku hevalên wan yên girtî werin berdan û wiha dom kirin: “Bersiva mafê itirazkirinê ne gule ye, bersiva mafê itirazan ne girtîgeh e. Em tu caran natirsin, em werin durkirin û gule li me were barandin û em dest ji xwepêşandanan bernadin û wê têkoşîna me berdewam bike.”

Li Tahranê vê carê parqa şahiyê hate girtin

Hat zanîn ku li Îranê ji ber jinek xebatkar hicaba bi zorê nexistiye serê xwe li Tahranê parqa şahiyê ya Diamond Passage hat girtin. Li bajarê Hamadan rêveberê zincirên marketê cil û berg wî weke hêcet nîşan dan û ji mehkemeyê gazî îfadeyê kirin.