Li Şêx Meqsûd amadekariyên Çarşema Sor

Li taxa Şêx Meqsûd a xerbî Mala Êzidiyan di bin embargoyê de amadekariyên Çarşema Sor dikin.

Heleb – Di baweriya Êzidiyan de Cejina Çaşema Sor gelek giringe, ji lewra di bin hemû şert û mercên zor de jî Êzidî hewil didin cejan xwe pîroz dikin. Li taxa Şêx Meqsûd a xerbî ya Helebê jî Mala Êzidiyan di bin embargoyê de amadekariyên Çarşema Sor dikin. Di amadekariyan de jin hêkan bi rengê xwezayê boyax dikin.

Hazirtiya ji bo cejinê çaşema sor tê meşandin.”

Ji jinên di nava amadekariyan de Newroz Edo got: “Çarşema Serê Nîsanê sersala me Êzidiya ne. Em hêkan bi rengê xwezayî boya dikin, ew hem rengên xwezayê yê meha Nîsanê ye hem jî weke sembola berekete ye. Em Êzidî bi van cejnan çanda xwe berdewam dikin. Di vê mehê de em Êzidî tiştên ziyanê dide xwezayê nakin, heta em erdê xwe jî nakêlin û cot nakin ji bo ku xemla biharê ya giya xiranebe.”