Li Şerîaya Rojava serdegirtina Îsraîlê: Zêdetirî 20 Filistînî hatin binçavkirin
Di serdegirtina hêzên Îsraîlê de li Şerîaya Rojava û Qudsê, zêdetirî 20 Filistînî hatin binçavkirin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku rewşa ewlehî û mirovî li Şerîaya Rojava her diçe xirabtir dibe.
Navenda Nûçeyan – Li Şerîaya Rojava, serdegirtin, girtin û aloziyên hêzên Îsraîlê zêde dibin. Hat diyarkirin ku di operasyonên li gelek bajar, bajarok û kampên penaberan de, rewşa ewlehî û mirovî xirabtir bûye.
Hêzên Îsraîlê îro danê sibehê li Şerîaya Rojava û Qudsê operasyonên berfireh ên serdegirtinê pêk anîn. Klûba Esîrên Filistînê ragihand ku di operasyonan de zêdetirî 20 Filistînî hatine binçavkirin.
Di dema serdegirtinan de, mal lêgerîna li malan hat kirin û lêpirsînên meydanî hatin kirin. Operasyonê bi pevçûnên ku gaza rondikrêj û bombeyên deng hatin bikaranîn berdewam kir.
Di serdegirtinên ku bajarok û kampên penaberan li Beytlehm û Nablusê hedef girtin de pevçûnên mezin qewimîn. Di heman demê de, tê gotin ku niştecihên Îsraîlî li hinek deverên rojhilatê Şerîaya Rojava gerên provokatîf pêk anîne.
Qedexeya derketina derve hat pêkanîn
Hêzên Îsraîlê ku li Qelqelye û Hebronê operasyonên serdegirtin û binçavkirinê pêk anîn, hinek riyan girtin, malan veguherandin çeperên leşkerî û li hinek deveran qedexeya derketina derve hat pêkanîn. Li gorî agahiyan, serdegirtin li gundên Ramallah, Cenîn, Erîşo, Orşelîm û Tulkermê belav bûn û di operasyonên serê sibehê de gelek kesên din jî hatine girtin.
NY’ê ji bo Şerîaya Rojava hişyarî da
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya dawî de, fikarên xwe yên der barê xirabûna rewşa Filistîniyan a ewlehî û mirovî ya li Şerîaya Rojava anî ziman. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê careke din ferman dane ku nêzî 10 malbatên Filistînî malên xwe yên li taxa Cebel el-Nasr a Tulkermê li bakurê Şerîaya Rojava vala bikin. Li gorî agahiyan, ev biryar di bersiva çalakiyên leşkerî yên li dora kampa penaberan a Nur Şems a nêzîk de hatiye dayîn.
NY’ê diyar kir ku zêdebûna tundiyê, berfirehkirina hebûna wargehên Îsraîlê, qedexeyên tund li ser tevger û gihîştina Filistîniyan û kêmbûna derfetên aborî bûne hêmanên sereke yên rewşa heyî.
Li Xezayê êrîş didomin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistinên mirovî ji ber bandora çalakiyên leşkerî yên berdewam ên Îsraîlê li ser sivîlên li Zîvala Xezayê bi fikar in. Hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî, bombebarana topan û êrîşên çekdarî didomînin, piranî êrîş li herêma ku weke ‘Xeta Zer’ tê zanîn kom bûne.
Hat diyarkirin ku beşek mezin nêzî 2.1 milyon mirovên li Xezayê neçar mane li vê herêmê bimînin ku ji nîvê rûbera giştî ya Xezeyê pêk tê.