Li Şengalê xebatên înşaya civakî
Li Şengalê bi diruşma “Vegerin, xwe rêxistin û azad bikin” komcivîn û konferansên herêm û navçeyan tên lidarxistin û bernameyên nû tên danîn.
Şengal - Meclisa xweseriya dimokratik ye Şengalê li ser esasê înşaya civakî ev demeke konferansên heraman li dardixin. Pişti 6 hereman li Digorê jî konferansa xwe çêkirin. Meclisa Gel ya navçeya Digora Şengalê Konfiransa xwe ya 3’emîn bi tevlîbûna 200 delegeyan li darxist. Konferas bi duruşma ‘Vegerin xwe rêxistin bikin û azad bibin’ li meclisa gel ya Digore bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Hevseroka Meclisa xweseriya dimokratik a Şengalê Xezal Reşo, Hevseroka Meclisa Digorê Zehra Şemo, li ser navê TAJÊ Rihan Xidir û andamê PADÊ mamosta Eydo di dîwanê de cîh girtin.
Axaftina vekirina Konfirnasê hevseroka meclisa xweseriya Şengalê Xezal Reşo kir. Xezal Reşo di axftina xwede zêdetirin qala giringiya meclis û îrada gel kir û got: “Meclis hêzbûna îrada gela em bi vê Konfiransê meclisa xwe nûdikin. Her sal em Konfiransên meclisan çêdikin bi bernama rêvebriya nû derbasi demek nû dibin.”
Piştî nirxandinên ser kar û xebatên hatîn kirin û bernameyên ji bo dema bê danîn pêşiya xwe Hevserokên meclîsa Digorê û endamên meclîsê hatin hilbijartin. Zehra Şemo û Hesen Seedo bûn hevserokên nû yên rêveberiya meclisa Dîgorê û 16 endamên meclîsê yên nû hatin hilbajartin.