Li Şengalê semînerên li ser 8’ê Adarê
Bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê semîner li seranserê Şengalê li gund û bajêrên wê hat dayîn.

Şengal – Li gundê Borik ê Şengalê bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li ser girîngî û dîroka 8’ê Adarê ji bo jinên gund û endamên meclisê semînerek hat dayîn. Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê endam û rêvebera Meclisa Jinan a gundê Borik ve Semîner hat dayîn.
Rêvebera Meclisa Jinan a gundê Borik Welat Cano semînerê birêve bir û 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar pîroz kir û wiha got: “Rêber Apo hemû rojan weke roja jinan dibîne û li hemû jinan pîroz dike. Jin pêşengên jiyanê ne. Pêwîst e jin zîrek, jixwebawer û bihêz bin. Ferqa jin û zilam heye û jin ji zilam zêdetir dikarin pêşengiyê bikin. Divê hemû jin serî rakin û li her derê pêşengiya xwe bikin. Rêber Apo dibêje jinek azad divê xwe bi pêş bixe û li hemberî zulmê bêdeng nemîne. Em careke din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
‘Ger em bejsa 8’ê Adarê dikin bi saya fikrê Rêber Apo ye’
Endama Meclisa Jinan a gundê Borik Tewrê Xidir jî wiha got: “Em 8’ê Adarê li her kesê pîroz dikin. Li girtiyên zindanan û li serokê xwe pîroz dikin. Agahiya ku ji Rêber Apo hatiye dilê me xweş kir û hemû rojên me kir cejn û şahî. Jin û civaka Êzidî bi saya fikrên Rêber Apo bi pêş ketin. Îro ger em behsa 8’ê Adarê dikin bi saya fikrên rêberê me ye.”