Li Şengalê pirtûkên Abdullah Ocalan tê xwendin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ li Şengalê xwendina pirtûk û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir.

Şengal – Sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya, ‘Rêber Apo li Şengalê ye’ dest bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Xwendin wê hefteyekî dewam bike û her car wê li navçeyeke Şengalê li meclîseke gel wê were xwendin. Roja yek ya çalakiya xwendina pirtûkan li meclisa giştî ya Xanesorê ya girêdayî Şengalê destpê kir.

Piştî xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nîqaş hatin meşandin. Di nîqaşan de bal li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat kişandin û soz hat dayîn ku heya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan wê civaka Êzidî bêdeng nemîne.

 ‘Rêber Apo tirsê di me de şikandiye’

Endama Meclisa Jin ya Sinûnê Mehran Xidir di çalakiya xwendinê de axivî, diyar kir ku ew hêzeke mezin ji vî fikrê azad digrin û wiha got: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de jî bi me difikire. Ji bo civaka me xwebirêve bibe kar kir. Pêwîste her kesekî Êzidî hêz ji nirxandinê Rêbertî bigire. Pêwîste em weke gelê Şengalê li dora fikrê Rêber Apo kom bibin û bi gel jî bidin naskirin. Rêber Apo tirsê di me de şikandiye. Divê em êdî ji ti tiştekî netirsin û xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”

‘Rêber Apo riya rast û heqîqetê ye’

Neam Xelef a beşdarî çalakiya xwendinê bû nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Îro em li meclisa Xanesorê kom bûne, me dengê Rêber Apo guhdar kir. Rêber Apo bi me hîs kir û ji me fam kir. Rêber Apo êşa me hîs kir. Hîna beriya teqîna Tilizêr ji civaka me re gotibû xwe biparêzin. Rêber Apo gerîlayên xwe şand ji bo ku me xilas bike, lê dijminan rê neda dîsa jî heval hatin û em xilas kirin. Rêber Apo me rêberek netewî ye û dil mezin e. Divê gelê me vî dengî ji bo xwe esas bigre. Divê em weke civak bibin yek û xwe biparêzin. Hîna jî em dibin xeteriya fermanan de ne. Ger em îro li ser piya ne bi saya fikirê Rêber Apo ye. em jibîr nakin kê ked da û xwîn rijandiye. Niha riya me riya azadiyê ye û em ê li ser vî fikirî bin. Ta ku em Rêber Apo xilas nekin emê li ser piyan bin. Em ê 24 setan kar bikin ta ku em agahî ji Rêber Apo bigrin. Rêber Apo riya rast û heqîqetê ye em jî li ser vê riyê ne.”

‘Fikrê Rêber Apo riya parastinê ye ji bo me’

Henîfe Xêro jî got ku ew li ser riya azad in û wiha got: “Fikrekî başe ku em ji bo xwe hilgirin. Fikrê Rêber Apo ji me re girîng e. Beriya fermanê me nedizanî ku fikrê Rêber Apo ewqas di xizmeta civaka me de ye. Fikrê Rêber Apo riyek e, ger ku em bixwazin xwe biparêzin. Banga min ji civaka me re ew e ku em bibin destek û xwe biparêzin.”