Li Şengalê Nûjiyanên nû tên gihiştin
Roja ku civaka Êzidîxanê rojnamevan Nûjiyan Erhan oxir kirin Nûjiyanek nû çavên xwe li jiyanê vekir.
NÎSAN JÎNDA
Şengal - Rojnemevan Nûjiyan Erhan piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî pêk hatî, ji bo şopandina heqîqetê berê xwe da Şengalê û têkoşînek bê rawestan da meşandin û bû avakera yekem ya raghandina jinên Êzidî. Bi kamera û pênusa xwe çîrokên jinên Êzidî yên berxwedêr ku di zinar û çiyayên Şengalê de asê mabûn, ji hemû cîhanê re parve kir û bala her kesî kişand ser Şengalê. Di demekî wiha ku gerillayên HPG û YJA Starê ji bo parastina gelê Êzidî berê xwe dabûn Şengalê bi şervanên YJŞ û YBŞ re li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaniyekî dîrokî didan meşandin. Hêzên bi ser PDK’ê şûna ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şer bikin, êrîş birin ser şervanên şervanên YJŞ û YBŞ. 3’ê Adara 2017’an çekdarên bi navê pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê di navbera Xanasor û Sinonê de hewla ketina Şengalê dan. Nûjiyan Erhan ji bo tiştên tên jiyîn bi raya giştî re par bike berê xwe da cihê bûyerê. Di seatên sibehê de pêşmergeyên roj bi nemerdane ji bo rastiya heyî eşkere nebe Nûjiyan Erhan hedef girtin û giran birîndar kirin. Piştî têkoşînek domdar 22’ê Adarê 2017’an jiyana xwe ji dest da.
Jinên Êzidî yên hêrsa xwe ya li hemberî fermana bi serê wan de hatî ji mikrofuna Nûjiyan re danîn ziman û bi rêya bernameyên wê dengê xwe digihandin raya giştî dibêjin ku rihê Nûjiyan di nav civaka Êzidî de wê her bijî.
Roja Nûjiyan Erhan ya ku di nava civaka Êzidî de gelek dihat heskirin ji Êzidîxanê koç kir li çiyayê Şengalê Nûjiyanek nû çavên xwe li jiyanê vekir.
“Nûjiyan Erhan ji bo jinên Êzidî îlhama cewhera xwe naskirinê ye”
Dayika bi navê Canê Murad a wê rojê keçek wê hat diniyayê û navê Nûjiyan Erhan li zaroka xwe kirî got: “Şehîd Nûjiyan rastiya civakê tayîbetî jî jinên Êzidî ji hemû cîhanê re ragihand. Heya dawiyê ji bo şopandina heqîqetê ked da. Ji bo me jinên Êzidî bû çavkaniya vegera cewhera xwe. Lewma em tu car wê ji bîr nakin û em ê bi sedan Nûjiyanan di civaka xwe de mezin bikin.”
Canê Murad diyar kir ku Nûjiyan Erhan ji bo jinên Êzidî bû Îlhama cewhera xwe naskirinê ye, lewma ew ê tu car Nûjiyan ji bîr nekin û wiha domand: “Roja ku Nûjiyan şehîd bû, Nûjianek din dayik bû. Em tu caran nahêlin navê Nûjiyan wenda bibe. Ji ber Nûjyan di fermanê de êş û azarên ku civaka Êzidî rast hatî ji hemû cîhanê re ragihand. Nûjiyan ji bo jinên Êzidî bûye mînaka sembola berxwedanê. Em her sal bi bîr tînin. Tu car rê nadin navê wê were wendakirin. Em dixwazin zarokên me li pêyî şopa Nûjiyan Erhan bin, da karibin dengê jina Êzidî bighînin hemû cîhanê.”
Di 23’ê Adara 2017’an de dema rojnemevan Nujiyan Erhan ji ber birîndariya xwe ya giran şehîd dibe, Nujyanekî din jidayîk dibe. Zaroka 23 yê Adara 2017’an hatî dinê û dayika wê navê Nûjiyan lê kirî got: “Ez navê xwe gelekî hezdikim ji ber ku navê şehîd Nûjiyan e.”