Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li hemberî komployê meşiyan
Bi pêşengiya TAJÊ jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi boneya şermezarkirina komploya navnetewî û tecrîda girankiri ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşiyan.
Şengal - Tevgera Azadiya Jinen Êzidxanê (TAJÊ) û jinên Ereb bi boneya salvegera 23’emîn komploya navdewletî ji deriyê Geliyê Kersê heya Baxçê Serokatî meşek girseyî lidarxistin. Di meşê de jinan bi yek dengî duruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” qîriyan û dengê wan di gelî de vedida, pankartên di destê xwe de girtibûn jî ser “Bi PKK’ê re ferman bi dawîbûn û bi PKK’ê re jî wê azadiya jinên Êzidxanê misoger be” û “Bi Berxwedana jinan emê Rêbertî azad bikin” dabûn destê xwe. Jinên Êzidî û Ereb ên fermana li ser axa Êzidxanê çêbuye weke berdewamiya komploya navdewletî dibînin, didin diyarkirin ku têkçûyîna fermanê, tek çûyîna komployê ye.
“Em jinên Êzidî azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin”
Di meşê de dayê Adul ji mîkrofona mere wiha axivî: “Azadiya Rêber Apo ji bo me jinên Ezidî û Ereb gelek girînge. Rêber Apo 23’ê salin li Îmraliyê berxwe dide û ew berxwudan ne tenê ji bo Kurd û Êzidiya ne, ji bo hemû cîhanê ye. Serok Apo nebûya, ev cîhan serfiraz nedibû. Rêber Apo azade nebe, em jî azad nabin. Em jinên Êzidî azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin. Em jinên Êzidî û jinên cîhanê deyîndarê Rêber Apo ne. Bi fikra Rêber Apo em jin xwe avadikin û hema em bêjin dinya jî xwe avadike. Şengal bi fikra Rêber Apo ber bi azadiyê ve diçe. Em bi keda Rêber Apo û şehîdan ji koletiyê xilas bûn. Heya em sax bin em deyîndarê Rêber Apo ne. Rêber Apo ji bo mirovahiyê şer dike, ji ber wê jî di zîndanê de tê girtin. Ger wek Serokên din ne başî kiriba niha di zindanê de ne dibû. Rêberê me her tiştê me ye.”
“Emê jinên Êzidî heya dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin”
Di dawiya meşe de endama Koordînasyona TAJÊ Suham Şengalî daxuyanî xwend û got: “15’ê Sibatê rojek reşe ji bo gelê Kurd û tevahî mirovahiyê. Bi komployek navdewletî bi awayekî bê bextî Rêber Apo hat girtin û teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Xwestin bi komployê tekoşîna azadiyê tesfiye bikin û di şexsê Rêber Apo de îradeya azad têk bibin. Berûvajiya wê gel bi xwedîderkatina li Rêberê xwe bi sekin û tekoşîna Rêbertî re komplo têkbirin. Di Şengalê de gelê Êzidî û bi taybet jina Êzidî bi saya fikir û ramanê Rêber Apo li ser axa xwe ya pîroz jiyana azad dafirîne. Jinên Êzidî li Şingalê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo civakek bi hêz, îrade û rêxstinkirî dide avakirin. Jiyana ku îro li xaka pîroz a Şingalê tê avakirin bi felsefeya azadiyê ya Rêbetî tê honandin. Em wek jinên Êzidî deyîndarê Rêber Apo ne. Em pir baş dizanin ku êrîşên li ser civaka Êzidî li Şingalê ji komploya 15’ê sibata 1999 an ya li dijî Rêber Apo ne cudaye û bi hev ve girêdayî ye. Ji ber civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî piştî fermanê fikra Rêbertî ji nêz ve nasîn xwe rêxstin kirin û di roja îro de jî pêşengtî ji avakirin xweseriya demokratî re dikin. Di Şingalê de civak li dora fikra Rêber Apo kombûye û civaka bi hêz, îrade û rêxistin kirî di pêşengtiya jina Êzidî de avadibe. Weke jinên Êzidî emê heya dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Bi xwe rêxstin kirin û têkoşîn bilind kirinê emê hemû komployan vala derxînin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe emê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Meş bi diroşmeya “Bijî Serok Apo” dawî bû.