Li Şengalê agirê newrozê hat dadan
Li gundê Solax ê çiyayê Şengalê, şahiya bi heybet ya Newrozê bi şiara ‘Dem dema azadî û xweseriya Şengalê ye” hat li darxistin.
Şengal - Şahiya ku bi cil û bergên reng a reng dixemilîn, ji aliyê dayikên şehîdan ve bi pêxistina Agirê Newrozê li xemla xwe xemil zêde kir. Piştî pêxistina agirê Newrozê şahî hate despêkirin. Di despêka şahiyê de peyamên bi hêz li ser navê sazî û dezgehên Şengalê hatin dayîn. Li ser navê Rêveberiya Xweriya Şengalê Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen axivî. Riham Hesen di despêka gotinên xwe de wateya Newrozê anî ser ziman û destnîşan kir ku agirê serhildanê ya Newrozê her kû diçe bilind dibe.
“Heya em bi av, agir û rojê bi perisin emê bi ser bikevin”
Rîham Hesen bi van hevokan nirxandinên xwe domand: “ Newroz yek ji cejnên herî kevnar yên mirovahiyê ye. Agirê Newrozê li hember dahaqan sembola serketina Kawayê Hesinkar e. Di şexsê Dehaqan de ji dîrokê heya roja îro agirê newrozê, li hember tevahî desthilatdar û zordaran, sembola serkeftina gelane. Weke civaka Êzidî bi sedan salan e ku em bi nura vî agirî li hember fermanan radiwestin. Me 74’an fermanan li du xwe hişt, lê bi nura agirê Newroz û fikrê Rêber Apo emê dawiya tevahî fermanan bînin. Heya em miletê Tawisê melek bin û heya em bi av, agir û rojê bi perisin emê bi ser bikevin, emê di warê xwe de xweserî û azadiya xwe sazbikin. Ji bo em bikaribin weke jin weke civak azadiya xwe saz bikin divê berî her tiştî em Azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji ber Azadiya Rêber Apo Azadiya Tevahî mirovahî û gerdunê ye.”
Di Şahiyê de Hunermendên Şengalê yên çand û Hunera Kevana Zêrîn bi sitranên xwe coşa Şahiya Newerozê geş kirin.
Jinên Şengalê yên ku xwe bi cilên Kurdî xemilandibun jî ji me re axivîn, kelecan û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anîn ziman: “Ji bo me civaka Êzidî û Kurd îsal salek girîng e ji ber me ji bo azadiyar Rêberê xwe soz dane, emê vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo û tevahî gelên bindest.”
“Emê tekoşîna xwe berdewam bikin”
Ciwana bi navê Nidal Şengalî da diyarkirin ku ev li gor salên borî şahiyeke gelek xweş e û wiha domand: “Em hêvî dikin ku Sala bê em bi Rêberê xwe re agirê Newrozê geş bikin. Em hêvî dikin ku Êzidxana me azad bibe û dawiya fermanan bê.”
Ciwanên binavê Xalîda Şengalî û Canê Xidir jî gotin: “Heya Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fizikî emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”