Li Şehbayê pêşbirka jinên ciwan a wêjeyî
Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşbirkek wêjeyî bi navê Ş. Nûjiyan Ocelan li dar xistin.
Şehba- Bi armanca bibîranîna her sê pakrewanên Yekitiya Jinên Ciwan ên li kantona Kobanê şehîd bûne, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêşbirka wêjeyî li hola navenda çand û hunera navçeya Fafîna kantona Şehbayê li dar xistin. Di pêşbirkê de xwendekar, Kongreya Star, Yekitiya Êzidiyan û yekitiya jinên ciwan ên herêma Efrînê amade bûn. Pêşbirkê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama yekitiyê Rîm Dade pêşbirk li pakrewanên jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Em pêşbirka wêjeyî li Rêber Apo û pakrewanên xwe pîroz dikin. Ev pêşbirk wê bibe bersiv ji dagirkerî û dijmin re. Em ê tola pakrewanên xwe rakin û tu carî dev ji pêkanîna xeyal û hêviyên wan bernedin. Weke jinên ciwan erka me ya serek ew e ku em xwedî li pakrewanên xwe derbikevin.”
Di pêşbirkê de deh xwendekarên jin helbestên xwe diyarî beşdarvanan kirin û bi riya helbestên xwe pakrewanên xwe anîn ziman û soza tolhildanê nû kirin. Piştî helbest hatin xwendin sê helbestvanên jin ên bi navê Roliyane Sîdo, Biharîn Mihemed û Mîdiya Meqted asta yekemîn wergirtin û hemû helbestvan hatin xilatkirin. Di dawiyê de koma Ş. Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn stranên gelêrî bi beşdarvanan re parve kirin.
“Em ê şopdarên riya pakrewanên xwe bin”
Di nav pêşbirkê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê zîn Henan bi me re armancên xwe ya ji bo lidarxistina pêşbirka wêjeyî parve kir û got: “Pêşbirka me bi navê Ş. Nûjiyan Ocelan e, em ê jî bi vê pêşbirkê bibin bersiv ji dijminê ku hevalên me hedef girtiye. Dagirkeran xwestin di şexsa Ş. Nûjiyan û rêhevalê wê de îradeya jinên ciwan bide şikandin. Em ê her şopdarî rêya pakrewanên xwe bin û soza tolhildanê her nû bikin.”