Li Şehbayê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
Bi boneya nêzbûna 25'ê Mijdarê, li navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan.
Şehba – Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê ya Kongra Star û di bin dirûşmeya "Bi felsefeya Jin jiyan Azadî xwe biparêze" mêrên navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî li dijÎ tundiya li ser jinê meşiyan.
Meş li hola wargeha Veger a gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewa bi beşdarbûna hemû mêrên navçeyê destpê kir. Mêran di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongra Star hildan.
Piştî meş bidawî bû deqeyek rêz hat girtin. Paşê li ser navê gelê Şêrewa daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê mamoste Can Ebd Elezîz Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi navê gelê navçeya Şêrewa em tundiya li ser jinan şermezar dikin. Di dîroka mirovahiyê de jin xwedî rolek girîng û mezin bû. Jin bû hêza ku di xizmeta civakê de afirîneriyê afirand û dabîn kir. Ji ber ku jin nûbûn û kişfên ku bandor li pêşketina civaka mirovî û şaristaniya wê kirine. Piştî derketina kapîtalîzma cîhanî û serdestiya ramana mêr, hewil dan jinan tepeser bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî jin gihêştin azadiya xwe û got: "Bi zayîna tava azadiyê ya ku ji aliyê fikir û felsefeya Rêber Apo ve tê temsîlkirin rêya azadî û tekoşîna jinan xêz kir. Bi hesreta azadiya xwe li vir jinan karîbû rêya xwe ya bi destxistina azadî û mafên xwe bibîne. Ji ber ku şoreşa 19'ê Tîrmehê rola jinê di hemû çalakiyên jiyanê de piştrast kir. Bi saya vê şoreşê jin bûn şervanên ku şer dikin him jî bûn mamosteyên ku nifşên pêşerojê ava dikin û civakê bi rê ve dibin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' jin gihêşt azadiya xwe û li dijî desthiladarî û tundiyê serî hildide."
Çalakî bi dirûşmeya "Jin jiyan Azadî" û "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" dawî bû.