Li Şehbayê komcivîna ji bo stratejiya rizgarkirina Efrînê
Ji bo xêzkirina stratijiya rizgarkirina Efrînê ji destên dagirkeriyê li Şehbayê komcivîn ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk şaxa Efrîn-Şehbayê ve hat birêxistinkirin.
Şehba- Meclisa Sûriyeya Demokratîk şaxa Efrîn-Şehbayê komcivînek di bin navê “Stratejiya rizgarkirina Efrînê ji aliyê nêrîna jin, partiyên siyasî û pêkhateyên herêmê” ve li dar xistin. komcivîn li hola çand û hunera navçeya Ehdasa kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hat birêvebirin. Di komcivînê de nûnerên, komîn, meclis, sazî û partiyên siyasî amade bûn. komcivînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyon ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve bi navê “Kerwan” li ser koçberbûna gelê Efrînê ji cih û warê xwe hat pêşandan.
Benda yekem ji aliyê rêvebera ofîsa jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Zeyneb Qenber ve bi navê “Berxwedaniya hilbijartina stratijiyê ya jinên Efrînî ji bo vegerê” hat xwendin, di vê xalê de bal hat kişandin ser dîroka jinan a tijî berxwedanî û têkoşîn di heman demê de desthiladariya ku li ser wê hatiye meşandin. Her wiha di Berxwedana Serdemê de jinan herî zêde berdêl dan ji bo parastina axa xwe û ji aliyê dijmin ve bûn hedef.
Benda duyem ji komcivînê jî ji aliyê endamê Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Efrîn-Şehba Mihemed Hesen ve bi navê “Stratejiya rizgarkirina Efrînê ji aliyê nêrînên partiyên siyasî û pêkhateyên herêmê” ve hat xwendin, di vê bendê de jî hat diyarkirin ku erka rizgarkirina Efrînê û deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikeve ser milên hemû welatiyan û divê xwe berpirsyar bibînin di vê mijarê de.
“Em ê cihên ku hatine dagirkirin rizgar bikin”
Endama Meclisa Sûriyeya Demokartîk MSD’ê şaxa Efrîn-Şehbayê Lemiya Xelef bal kişand ser deverên ku hatine dagirkirin û got: “Em serkeftina hêzên QSD’ê ku di Hesekê de bi dest xistine û salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû pakrewanên azadiyê û birîndaran pîroz dikin. Di heman demê de em xemgîn in ku Efrîn heya niha di bin dagirkeriyê de ye û dewlet hê jî kiryarên xwe li ser welatî û pêkhateyên herêmê pêk tîne. Ruxmî kiryarên ku tên meşandin jî heya vê kêliyê dewletên navneteweyî di bêdengiya xwe de ne. Li beramberî vê bêdengiyê jî em wek Meclisa Sûriyeya Demokratîk komcivînek li dar dixin ji bo balê bikşînin ser doza gelê Efrînê ku rojane bi koçberiyê re dijîn û xaka wan hatiye dagirkirin. Her wiha bi riya vê komcivînê me xwest em balê bikşînin ser diyaloga Sûriyeyê ya bi hêzên Sûriyeyê re û rizgarkirina tevahî axa Sûriyeyê ji dagirkeriya tirk.”
“Berxwedanî û têkoşîna me dê bibe pira azadiya jin û civakê”
Parêzera bi navê Selwa Acec ji pêkhateyên Ereb bal kişand ser îsbatkirina rola jinan û got: “Jinan dikaribûn di hemû warên jiyanê de rol û hebûna xwe di şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat bikin û terora DAIŞ’ê bi berxwedaniya xwe têk birin. Desthiladaran mêr ji xwe re kirin esas, ji ber vê jî jinan ji wan re dan îsbatkirin ku li kêleka mêr dikarin şer bikin û serkeftinên mezin bi dest bixin vê jî hişt bala hemû cîhanê bikşîne. Dagirkeirya tirk jî ji bo serkeftinên wê têk bibe û bi bin bixe ji destpêkê ve şoreşa jinan dike armanca xwe. Berxwedanî û têkoşîna me dê bibe pira azadiya jinan û civakê.”
Der barê bendên ku hatin xwendin de deriyê nîqaşê ji beşdarvanan re hat vekirin.