Li Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan panel hat li darxistin

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehba li Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel hate li darxistin.

Şehba- Yekîtiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehba di bin navê "Çîroka min çîroka her kesî ye" bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panêlek li darxist. Panêl li hola Axîn Welat a navçeya Fafîna Şehbayê hate li darxistin. Hola panêlê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên jin hatibû xemilandin, her wiha Kongra Star û endamên saziyên jin beşdarî panêlê bûn.

Panêl bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştre ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehba Duniya Muhemed ve perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  der barê zaroktiya wî de hate xwendin. Piştre bendên panêlê ku li ser 4 pirsan hatibû dabeşkirin ji hêlê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehba Rîm Dede ve ji mêvanan re hate xwendin û pirs wiha bûn;

-Çima Rêber Apo dibêje çîroka min çîroka her kesî ye?

-Çima azadî di zaroktî de dest pêdike?

-Rêber Apo çawa zaroktiya xwe jiyankir?

-Erk û berpisiyariyên me wek jinên ciwan li hember azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çi be?

Derbarê van pirsan de ji aliyê beşdarvanan ve hat kirin û analîzên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi lêvkirin her wiha zaroktiya Abdullah Ocalan û jiyana wî nirxandin ku, Abdullah Ocalan di kesayeta zaroktiya xwe de li azadiya gelê bindest digeriya û demê derbasî dibistanê bû yekem car ket ferqa ku divê azadiya gelê Kurd a hatiye çewsandin bi dest bixe, lewra di zaroktiya xwe de her tim di nava lêgerîn û lêhûrbûnê de bû. Di heman demê de di nava nîqaşan de bal hate kişandin ser divê asta çalakiyên xwe xortir bikin ji bo ku niha azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

Encama panelê bi vî şeklî bûn; xortkirina asta tekoşînê li dijî pergala Îmraliyê, pêşxistina perwerdeyên der barê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilindkirina asta çalakî û xebatê, zanekirin û perwerdekirina jinên ciwan li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.