Li Şehbayê êrîşên dewleta tirk bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: “Em soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê li dijî van gefan derkevin û axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”

Şehba- Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi dirûşma “Guhertina demografîk û niştecihbûnên ku ji nû ve tên bi cih kirin sûceke li dijî gelê herêmê û dîroka wan e” daxuyaniyek li wargeha Berxwedan a Kantona Şehbayê dan. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên komkujiyên ku dewleta tirk li dijî sivîlan pêk aniye hatin hildan.
“Dewleta tirk polîtîkaya qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk tîne”
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerde ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ve hate xwendin wiha bû: “Dewleta tirk hewil dide nakokiyên navneteweyî û trajediya gelan bi kar bîne û gelê tirk ku di nava qeyrana siyasî û aborî de dijîn bêdeng bike. Dewleta tirk bi komên xwe yên çekdar sûcên mezin li dijî Gelê Kurd pêk tîne. Dewleta tirk bi dehan çete derbasî axa Sûriye kiriye ku dixwaze Bakurê Sûriyê dagir bike. Piştî dagirkirina deverên mîna El-Raî, El-Bab, Ezaz, Merêi û Efrînê, bi hezaran gelên resen ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi van êrîşan mafê mirovan binpê dike, xweza û şûnwarên dîrokî ya Efrînê talan dike. Faşîzma Erdogan bi van yekan têr nebû, bi niximandina gelek dewletên Rojavayî û Ereb hewildaneke mezin ji bo guhertina demografiya Efrînê pêk tîne. Piştî gelê resen a Efrînê koçber bûn, dewleta tirk çeteyên xwe li Efrînê bi cih kir. Dewleta tirk polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelê me didomîne. Di dema dawî de Serok Komara Tirkiyê, Erdogan daxuyanî da ku dê êrîşî Til Rifat û Minbicê bike û teqez kir ku siyaseta qirkirinê li dijî gelê me yê berxwedêr pêk bîne.”
“Axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin”
Bêrîvan Xelîl di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û wiha got: “Gelê Efrînê û Şehbayê her roj biryara xwe ya li hember pilanên dewleta tirk a faşîst bi sekna xwe ya li kampên Şehbayê nîşan didin ku ew derveyî xeta berxwedanê tu xetî napejirînin û prensîpa wan netewa demokratîk e. Dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derdor Rêveberiya Xweser kom bibin û bi nasnameya xwe ve girêdayî bin. Em ê li hember hemû pilanên dewleta tirk bisekinin û axa xwe ji destê dewleta tirk û çeteyên wî rizgar bikin. Em bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, bêdengiya navdewletî, Rêxistina Mafê Mirovan û dewletên garantor a Sûriyê li hember gefên dewleta tirk şermezar dikin. Em soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê li dijî van gefan derkevin û axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”
"Dewlet a tirk dixwaze nasnameya gelê kurd tune bike"
Hevseroka Wergeha Berxwedan, Nehle Îsa êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê şermezar kir û got: “Dewleta tirk herdem gef û êrîşên xwe li dijî gelê Efrînê di hundirê Şehbayê de didomîne û kiryarên dermirovî pêk tîne. Em bi awayekî rojane rastî top û topbarana dewleta tirk tên. Dewleta tirk herî dawî jî ragihand ku ew dixwazin 30 km axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirbikin û bixin bin kotrola xwe. Armanca van êrîşan ewe ku kurdan bê nasname bihêlîne. Piştî ku Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, vê carê jî dewleta tirk dixwaze Minbic dagir bike. Lê em dibêjin berxwedaniya me nahêle ku dewleta tirk bohistek ji axa me dagir bike. Niha jî Kantona Şehbayê dorpeç kiriye û dixwaze gel neçarbin koçber bibin. Lê tu hêz nikare gel ji vir derxîne, ji ber armancek me heye ew jî vegera Efrînê ye.”
"Hêz û vîna me dijmin têk dibe"
Endama Komîteya Perwerde ya Wargeha Berxwedan, Hacer Hesen helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk wiha anî ziman: “Îro bi daxuyaniyekê me êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê şermezar kir. Dewleta tirk di bin navê herêmên ewle de, erdên xwe li Sûriyê fireh dike. Dewleta tirk bi awayekî rojane bi topan êrîşî Şehbayê dike. Em dibînin îro li Efrînê gel rastî tundî û qetlîamên mezin tên. Ev êrîş li ber çavê tevahî cîhanê pêk tê û sûcên dewleta tirk her roj tên belge kirin. Lê dewletên navneteweyî li hember vê hovitiyê bêdengin. Ruxmê wê jî em wek gelê Efrînê em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê her berxwedana xwe bidomînin. Dewleta tirk da ku dîroka me qir bike li Efrînê guhertina demografîk pêk tîne, lê bila dewleta tirk jî bizanibe ku dema Efrîn rizgar bû em ê cardin dîroka xwe nûjen bikin. Raste teknikên me yên pêşketî tuneye, lê hêz û vîna me dihêle ku dijmin li hember me bi bin bikeve.”