Li Şehbayê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê jinên Şehbayê meşiyan.
Şehba- Kongreya Star a kampa Serdem ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Şehba, Dêrik, Şengal û Mexmûrê tên kirin bi meşekê helwestên xwe nîşan da. Meş bi tevlibûna welatiyên wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi pankartên “Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye”,”Bi berxwedana jina azad em ê xeta îxanetê têk bibin” hat lidarxistin. Meş ji destpêka wargehê heya qada wargehê bi avêtina dirûşmeyên şermezarkirina êrîşan domiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed êrîşên li ser xaka Kurdistanê şermezar kir û got: “Armanca me bi van çalakiyan ew e ku êrîşên dagirkeriyê û hevkarên wî li ser herêmên me tu carî qebûl nakin û van êrîşan red dikin. Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd di qirkirin û tunekirinê re derbas bike. Loma her dem xwe dispêre komplo û êrîşan. Di kesayeta Rêber Apo de jî dixwaze hêviyên xwe pêk bîne. Bi riya vejînkirina DAIŞ’ê li herêmê komployên xwe pêk bîne lê bi îradeya gel û şervanan ev komplo vala derket û armancên wan têk çûn. Wê berxwedan û têkoşîna gelan her dem bibe bersiva êrîşkeran.”
"îradeya gelan nayê şikandin"
Endama Meclisa kampa Serdem Emel Qehreman jî got: “Hemû dewletên hegomanîk bi riya dewleta tirk komployan li ser gelên aştîxwaz dimeşînin. Lê tu carî îradeya gelan ku bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde kirine nayê şikandin. Erdogan bi riya pêkanîna êrîşên xwe helwestên xwe yên binketinê nîşan dide. Em jî wek dayikên Kurdan ku ji kaniya azadiyê vexwarine nahêlin dijmin bi ser keve û xeyalên xwe pêk bîne. Hemû dewletên cîhanê destek didin dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî.”
"Ji ber têkçûna li Hesekê ev êrîş pêk hatin"
Di heman demê de Kongra Star û meclisa bajaroka Til Rifet ên kantona Şehbayê jî helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk bi riya daxuyaniyê nîşan dan. Daxuyanî li pêşiya saziya Kongra Star a bajaroka Til Rifetê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû sazî, dezgeh û endamên komînên bajaroka Til Rifetê amade bûn. Beşdaranan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên kongra Star, pankartên bi nivîsa “Bes e ji terorê re bes e ji kuştinê re” û “Ji bo şehîdan tolhildan” hildan. Di daxuyaniya li ser navê Rêveberiya Rêxistina Kongra Star a bajaroka Til Rifetê hat xwendin de wiha hat gotin:
“Di demên dawiyê de herêmên Şehba, Minbic, Eyn Îsa, Til Temir, Dêrik, Mexmûr heya çiyayên Şengalê rastî top û balafirên dewleta tirk a dagiker a ku piştgiriya terora navneteweyî dike tên. Bi taybetî bi şikandina DAIŞ’ê di girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêranê û operasyona Gurzê Gelan, ev êrîşên pêk hatin. Tiştên ku niha tên qewimandin li pêşiya çavên civaka navneteweyî diqewimin di dirêjkirina temenê aloziya Sûriyeyê de naxwazin xwînê were sekinandin. Li ser vê bêdengiyê jî Turkiye kiryarên xwe berdewam dike, rojane êrîşan li ser bajar û gundewarên herêmên bi ewle pêk tînin, dibin bend li hemberî hemleyên têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û dibe destek di hedefgirtina rewşa aramiyê di herêmên Rêveberiya Xweser de bi taybetî piştî şikestina plana wan a nû. Em jî bi navê Kongra Star a navçeya Til Rifetê van êrîş û bombebarana bênavber li ser Şehbayê û hemû herêman bi tundî şermezar dikin. Em diyar dikin ku em li ser xeta şehîdan berxwedaniya xwe berdewam dikin heya em armancên xwe pêk bînin. Êrîşên dawî nabin bend li hemberî kar û têkoşîna me.”
Daxuyanî bi dirûşmên “şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Hesekê” û “Na ji terorê re” bi dawî bû.