Li Şehbayê 3'yemîn mihrîcana xwendekaran dawî bû

Tevgera xwendekarên demokratîk û tevgera ciwanên şoreşger a herêma Efrînê bi diruşmeya "Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin û serfiraziya Kurdistanê misoger bikin" mihrîcana sêyemîn a xwendekaran li dar xistin.

Şehba - Tevgera xwendekarên demokratîk a di bin sîwane tevgerên ciwanên şoreşger a herêma Efrînê de mihrîcana 3’yemîn a xwendekaran hat li dar xistin. Di mihrîcanê de hemû xwendekar û endamê tevgera ciwanên şoreşger amade bûn.

Qada mîhrîcanê bi alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Mihrîcan li Hola Mîtan a Navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê hat li dar xistin. Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangriyên azadiyê dest pêkir.

“Ev mihrîcan wê bibe misogeriya rizgariya Efrîn û Kurdistanê”

Rêvebriya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê Raniye Wês destnîşan kir ku ji bo mihricanê ji aliyê xwendekaran ve kedekê mezin hatiye dayîn û wiha got: “Ev mihrîcan bi giştî bi rengê xwendekaran e. Ji ber vê yekê jî îro em weke xwendekar li vê derê bi coşekê mezin kom bûne.”

Raniya Wês axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ji vê mihrîcanê ew e ku xwendekar xwe rêxistin bikin û xwe zêdetir pêş bixînin. Em bi hêvîne ku ev mihrîcan bibe azadî û rizgariya Efrîn û tevahî Kurdistanê.”

Piştî axiftinê ji aliyê xwendekaran, koma Şehîd Nûjiyan, Koma Dibistana Babinês ve stran hat gotin û koma xweser a wargeha berxwedanê, koma Şêrewa, Koma govendê ya Şehîd Nûjiyan a Dibistana Fafînê, Koma Şehîd Egîd govend gerandin. Her wiha helbest ji aliyê xwendekar Rozîn Dodo, Biharîn mihemed ve helbest hat xwendin. Piştî xwendina helbestan ji aliyê koma şano ya dibistana Wargeha Berxwedan ve şanoyen hate pêşkêş kirin û her wiha pêşbirkek zanistî hat li dar xistin.

Mihrîcan bi xelat kirina xwendekaran bi dawî bû.