Li Şehba û Mexmûrê kiryarên dewleta Tirk hat şermezarkirin
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi karanîna çekên kimyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û her wiha dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi meşek girseyî şermezar kirin. Li Şehbayê jî gel li dijî bikar anîna çekên kîmyewî li qadan bûn.
Mexmûr/Şehba – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bikaranîna çekên kimyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û her wiha dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi meşek girseyî şermezar kirin. Meş li ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY) berdewam kir.
Li ber nûneriya NY daxuyanî hate dayîn di daxuyanî de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletên navnetewî sûcê dijî mirovatiyê dike û ew çekên ku li seranserî cîhanê hatine qedexekirin çekê kimyewî li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.
Jinên ku beşdarî meşê bûne hêrsa xwe ya li dijî sûcê der mirovî yên dewleta Tirk ji ajansa me NUJINHA re anîn ziman û diyarkirin ku divê li hemû cîhanê gelê Kurd rabin ser piyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin û bila dewletên navnetewî ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin li erka xwe xwedî derbikevin.
“Dema mijar dibe Kurdistan cîhan bêdeng dimîne”
Dayika bi navê Gulizar Şen bêdengiya cîhanê ya li dijî êrişên çekên kîmyewî ên li Başurê Kurdistanê tên bikaranîn şermezar kir û wiha got: “Li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî ên li Başurê Kurdistanê tên bikaranîn hemû kes bêdeng e. Em saziyên navnetewî şermezar dikin. Ger ev êrişên kîmyewî li ser ajal, gel û netewên din bûya cîhan xira kiriban. Lê dema li ser Kurdan tê bikaranîn bêdeng dimînin. Em Kurdên ku piştgirî didin dewleta Tirk û li hemberê van êrişan bêdeng dimînin şermezar dikin. Cîhan hemû li dijî Kurdan bûne yek. Armancan van êrişan îmhakirina gelê Kurd e. Naxwazin Kurd li ser rûyê cîhane bijîn. Lê bila hemû cîhan bizane ku em gelê Kurd bi qetilkirine xilas nabin û emê heta dawiyê doza xwe ya azadiyê bimeşînin. Em bang li dewletên navnetewî dikin bila Dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan çekên kimyasal bikartîne bidarizine.”
“Êrişên ku pêk tên bi şîrîkatiya dewletên navnetewî pêktên”
Dayik Helîm Bulut jî bang li hemû cîhanê kir ku li dijî van êrişan dengên xwe bilind bikin û rabin ser piyan û wiha axivî: “Em êrişên ku li dijî gerîlayên azadiyê tên pêkanîn şermezar dikin. Êrişên ku pêk tên bi şirîkatiya navnetewî ye. Hemû dewletên cîhanê şirîk in û bi hevkariya mirovên sixûr zarokên gelê Kurd qetil dikin. Pêwistê gelê Kurd li dijî ev êrişên bi çekên kîmyewî bêdeng nemînin û rabin serhildanê. Divê dewletên navnetewî piştgiriya dewleta Tirk nekin û li dijî van derbikevin. Ev êrişên ku tên kirin ne tenê li dijî gerîlayan tên kirin li dijî hemû gelên Kurd tê kirin, ji ber vê jî divê hemû gel li hemberî van êrişan rabin li ser piyan.”
Şehba
Bi diruşmeya "Bi tolhildana şoreşgerî, em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin" gelê Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û bi karanîna çekên kîmyewî yên qedexekirî, herikîn qadan û meşek li darxistin. Di meşê de jinan hêrsa xwe ya li dijî êrîşan anîn ser ziman.
"Êrîşên li ser başûr êrîşên li ser rojava ye jî"
Fatimê Mihemed êrîşên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û got: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Erdoxan bi çekên kîmyewî yên qedexekirî şervanên me hedef digire. Banga me ji saziyên mafê mirovan û peywendîdar re heye ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û li dijî van êrîşên qirêj xwedî helwest bin. Em tu carî qebûl nakin şervanên me bên hedef girtin. Ji ber ku em bi mafê xwe bang dikin û dixwazin bi hebûna xwe bijîn ji aliyê hêzên dagirker ve tên armanc girtin. Êrîşên ku tên kirin her çar perçeyên Kurdistanê dike hedef û êşa me hemûyan yek e. Em heya dawiyê piştgiriya şervanên xwe dikin û tu carî gav paş ve navêjin."
"Êrîşên ku tên kirin beşek komployê ye"
Hûriyê Ehmed jî diyar kir ku êrîşên li başûrê Kurdistanê pêk tê beşek ji komploya navnetewî ye û wiha vegot: "Êrîşên ku niha tên kirin dîroka mirovahiyê hedef digire. Şehîdxisitna 17 şervanên azadiyê li dijî xeta mirovahiyê ye. Êrîşên ku niha diqewimin li ser herêmên Kurdistanê encama heman polîtîkayan e. Em ji Erdoxan û hevalbendên wî re dibêjin ku hûn nikarin îradeya me biçewisînin. Kesên ku qaşo bi mafê mirovan bang dikin û tev digerin li hember van sûcan bêdeng in. Bi teknîkên herî giran û yên qedexekirî li dijî gelê kurd bi kar tînin. Dewleta tirk wê tu carî negihe armanca xwe, ji ber li hember wê gel xeta berxwedan û tekoşînê dimeşînin. Em ê bi berxwedana xwe, azadiya xwe misoger bikin bi taybet azadiya Rêber Apo."