Li Şehba û Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê û xeta îxanetê çalakî hatin lidarxistin
Şêniyên Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser xakên Başûrê Kurdistanû û bi taybet yên li ser Kobanê meşiyan. Li Şehbayê jî bi heman armancê Yekitiya Êzidiyan daxuyanî da.
Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk di 21 û 22’yê Nîsanê de bi balafirên şer ên bê mirov û obîsan bajarê Kobanê topbaran kir. Di encama her dû êrîşan de 3 şervanên YPJ`ê jiyana xwe ji dest dan, welatiyek birîndar bû, ziyanên madî gihîştin derdorê. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star, bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê di bin dirûşma "Em rê nadin dagirkeriyê û îxanetê, dem dema azadiya Kurdistanê ye" li dijî gef û topbarana dewleta tirk meşiyan. Gel li qada Jina Azad kom bûn û bi hilgirtina alên YPJ`ê, YJA-STAR, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Berxwedan jiyan e heta qada Aştî meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Buroya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî.
Sara Xelîl bal kişand ser şerê ser hemû herêmên Kurdan dewam dike û got: "Şerê ku îro li xaka Başûrê Kurdistanê rû dide cihê şermê ye. Hêviya me ji wan hêzên hevkar heye ku çawa di 1992`an de di dema çalakiya şehîd Bêrîtan de gotin em şerê birakujiyê nakin, îro jî heman helwestê nîşan bidin û rê li ber tevgera dagirkeriya dewleta tirk bigrin. Heger ev yek pêk were dê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û hemû deverên din jî rawestin. Em weke gelê Kobanê, bi taybetî jî jin, em ê her dem li ser piyan bin û li ber xwe bidin."
"Min soz bi xwîna şehîdan daye ez ê ji Kobanê dernekevim"
Ji jinên beşdarî meşê bûn Sedîqe Kurdo bertekên xwe wiha anî ziman: "Tirk har bûne û bênavber deverên Kurdan topbaran dikin. Dewleta tirk jinan, zarokan û hemû beşên civakê hedef digre, ew zarokên yek salî û heta kesên 80 salî qetil dike. Helwesta me tu carî nayê guhertin, soza me berxwedan û parastina axê ye. Ez bi xwe dayika şehîd, şervanek Tevgera Azadiyê û gaziyekî me, min bi xwîna şehîdan soz daye ku çi bibe jî ez ji Kobanê dernakevim. Ez weke dayikek amede me weke van şervanan şer bikim û destkeftiyên vî welatî biparêzim."
"Em lomeyan ji tirkan nakin hezar heyv û mixabin ji malbata Berzanî re "
Endama Kongra Star Emîne Hemo jî bertek nîşanî êrîşan da û got: "Me weke Kongreya Star li dijî bûyerên ku li Kobanê qewimîn û hedefgirtina sê şervanên YPJ`ê meş li dar xist. Peyama min ji PDK`ê re ye, ez dibêjim êdî bes e, ji hevkariya Kurdan bi dijmin re. Şerm e û wê dîrok vê yekê ji bîr neke. Dema ku zarokên me bi destên PDK`ê tên şehîdkirin, em pê diêşin û xemgîn dibin. Dewleta tirk dijminê me yê dîrokî ye, em wate didin kîna wan. Ji ber vê em ji malbata Berzanî re dibêjin ku hîn derfet heye hûn şaşîtî û sûcên xwe sererast bikin. Em weke Kongreya Star û jinên Kobanê piştgiriya xwe ya bi şervanên Tevgera Azadiyê re nîşan didin û ji kela berxwedanê Kobanê têkoşîna wan silav dikin."
Meş bi dirûşmên "Bimre îxanet", "şehîd namirin" û "berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
Şehba
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê Yekitiya Êzidiyên Efrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hemû endamên Yekitiya Êzidiyên Efrînê amade bûn. Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Êzdiyan a navçeya Ehdasa girêdayî kantona Şehbayê hat dayîn, daxuyanî ji aliyê mamosteya olî ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê Ereksîn Marko ve hat xwendin.
Ereksîn Marko di destpêka daxuyaniyê de teqez kir ku dijimin ew dijmin e lê ya bi êş ew e ku Kurd be û îxanetê li Kurdan bike û wiha got: “Li dijî tundiya li ser hemû nirxên mirovî, peyman û peymanên navneteweyî û êrîş artêşa Tirkiyeyê li ser herêmên parastina medyayê tu dewlet dengê xwe nake. Bikaranîna hemû cureyên çekan ên hewayî û bejahî û çekên qedexekirî bûye hînbûyîn ji dewleta tirk re. Tevî teknolojiya ewqas zêde jî di êrîşan de ziyanên mezin dîtiye û nikare cenazeyên leşkerên xwe hilîne. Erdogan hêvî dike ku Qendîl û Şengalê bixe bin kontrola xwe ji bo dorpêçkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ji bo armanca xwe pêk bîne. Mesrûr Berzanî piştû ku çû Enqereyê ev êrîş pêk hat diyar e ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê û hevkariya hikûmeta El-Kazimî ji bo dorpêçkirina Şengalê bikin. Em dizanin dijmin ew dijmin e û armanca wî tunekirina Kurdan e lê ya bi êş ew e kesên ku dibêjin em kurd in û bi navê kurdiyetiyê diaxivin alîkariya dijmin dikin, ji bo ku me talan bikin ev yek îxaneta herî bi êş e.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bimre îxanet”,”Na ji îxaneta PDK’ê re”û”Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.